OHD’ê li gelek bajaran daxuyanî da: Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin 2022-02-14 14:28:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên endamên OHD’ê li gelek bajaran bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û xwestin hevdîtin li gel Ocalan werin destpêkirin û berpirsiyariya destûra bingehîn bi cih werin.    Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş û astengiya hevdîtina parêzeran û malbatan daxuyanî dan. Endam û rêveberên OHD’ê li Amed, Wan, Colemêrg, Riha, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê daxuyaniyên hevpar dan.    AMED    Endam û rêveberên OHD’a Amedê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Gelek parêzer bi cubeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn.    Endamê OHD’ê Muhîttîn Muguç daxuyanî xwend û da zanîn ku Ocalan di 15’ê sibatê de bi hevkariya navdewletî ji paytexta Kenyayê Naîrobî bi tunehesibandina hiqûqa gerdûnî anîn Tirkiyê û vê yekê di warê polîtîk, aborî û civakî de bandorek neyînî li ser herêmê kir. Muguç destnîşan kir ku di nava van 23 salên dîlgirtina Ocalan de her ku çû krîz kûrtir bûn û pirsgirêka kurd jî nehat çareserkirin.    BANDORA TECRÎDÊ LI SER CIVAKÊ    Muguç bi bîr xist ku ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Ocalan nayê girtin û tecrîdkirina Ocalan li ser tevahiya civakê bandorek neyînî dike. Muguç bal kişand ser cihêkariya li hember Ocalan û got li hemberî Ocalan û girtiyan qanûnên cihêkar tên bikaranîn.   ‘DIVÊ HEVDÎTIN PÊK WERE’    Muguç anî ziman ku sepanên dijmirovî yên li girtîgehên Tirkiyê çavkaniya xwe ji pergala tecrîda ji Îmraliyê digire û bandorek neyînî li ser tevahiya girtîgehan dike. Muguç diyar kir ku Ocalan 23 sal in ji bo aştiya civakî û demokrasiyê di nava hewldanan de ye û ew ji bo xêr û menfata civakê dixwaze aştî pêk were û divê şertên wî di çarçoveya hiqûqî de werin rastkirin. Muguç destnîşan kir ku divê di serî de Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re tavilê dikaribe hevdîtinan bike û heke hevdîtinên li gorî qanûnê werin kirin dê ji bo çareseriya krîzên civakî gav werin avêtin. Muguç anî ziman ku ew gazî rayedaran dikin ku li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî tevbigerin û berpirsiyariya xwe ya destûra bingehîn bicih bînin.    Şaxên OHD’ê yên Wan, Colemêrgê, Riha, Stenbol, Mêrsîn û Îzmîrê jî têkildarî heman mijarê daxuyanî dan û xwestin ku tavilê tecrîd were rakirin û hevdîtin bi Ocalan re pêk were.