Rêxistinên elewiyan wê giliyê bikin 2022-02-14 14:14:51   MÊRSÎN - Rêxistinên Elewiyan ên bertek nîşanî gotinên nefretê yên li dijî elewiyan dan, wê giliyê bikin.    Rêxistinên Elewiyan ên li Mêrsînê bertek nîşanî gotinên nefretê yên Yakûp Tilkî yên li ser medya dîjîtal ên li dijî elewiyan dan û li Cemxaneya Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên elewiyan ên Mêrsînê û Serokê Şaxa DÎSK/Genel-Îş’ê yê Mêrsînê Kemal Goksoy û Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Hakki Demîr beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Cemxaneya Mêrsînê Hasan Kilavûz di daxuyaniyê de axivî. Kilavûz bi lêv kir ku weke saziyên elewiyan û hiqûqnas wê serî li Serdozgeriya Komarê bidin û Yakûp Tilkî gilî bikin.