ÎHD û Baroya Mûşê bertek nîşanî girtina Guneş dan 2022-02-14 14:14:11 MÊRDÎN/MÛŞ - Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê û Baroya Mûşê, derbarê girtina parastvanên mafê mirovan Parêzer Tarık Guneş de daxuyanî dan û xwestin ku Guneş bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê, li avahiya xwe derbarê rêveberê xwe Parêzer Tarik Guneş ku di 12'ê sibatê de hatibû girtin daxuyanî da. Rêveberên komelyê daxuyaniyê bûn û banga berdana parastvanê mafê mirovan Guneş kirin.    Hevserokê Şaxa ÎHD'ê Feyzî Atsiz, da zanîn ku Guneş bi hinceta rapor û daxuyaniyên 8 sal berê yên ÎHD'ê hatiye girtin û wiha got: "Sûcdariyên li Tarik Guneş di çarçoveya azadiya xwe anîna ziman û rêxistinbûnê de ne. Girtin li dijî qanûnan e. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê, bêyî ku lêkolîneke baş bike hêzên ewlehiyê aresteyî serokê berê yê şaxa me kiriye û wî daye girtin. Girtina serokê me yê berê nîşan dide ku polîtîkaya zextê ya bi rêya darazê li tevahiya Mûşê bênavber tê berdewamkirin."   Atsiz, bang kir ku Gunuş demildest bê berdan.    BAROYA MÛŞÊ   Baroya Mûşê jî ji bo Guneş daxuyanî da. Baroyê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku xebatên mafên mirovan nabin sûc û got ku girtina Guneş ji aliyê ali wan ve nayê qebûlkirin.