La Marseillaise, daxwaza azadiya Ocalan derxist manşeta xwe 2022-02-14 12:29:36 ENQERE - Rojnameya La Marseillaise, Meşa Dirêj ku di çarçoveya kampanya "Azadiya Ocalan" de li welatên Ewropayê tê lidarxistin derxist maşnşeta xwe  Di 12'ê sibatê de di çarçoveya kampanya "Azadiya Ocalan" de li gelek welaten Ewropayê, bi wesîleya 23'yemîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi navê "Meşa Dirêj" meş hatin lidarxistin. Di van meşan de komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Rojnameya La Marseillaise, bi sernavê "Martiguesê ber bi Marseilleyê bi Hezaran Kes" Meşa Dirêj derxist manşeta xwe.    Rojnameyê, di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de ev tişt nivîsand: "Piştî 23 sal revandina Abdullah Ocalan ji bo Mandellayê Kurdan daxwaza berdanê tê kirin." Rojnameyê 4 rûpelên xwe ji dosyaya Meşa Dirêj re veqetand.