Polîsan Dayika Aştiyê Işik binçav kirin 2022-02-14 12:29:11   MÊRDÎN - Polîsan Dayika Aştiyê Halîme Işik ku nû emeliyat bibû, bi serdegirtina malê ya li navçeya Artûklûyê de, binçav kirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi ser mala Dayika Aştiyê Halîme Işik de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê Işik binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.    Işik a ku nêzî 3 salan e ji ber gûatira bi jehr a di qirika wê de derketî û girika di serê wê de çêbûyî dihat dermankirin, di 8’ê Sibatê de ji ber girika serê xwe emeliyat bibû û duh ji nexweşxaneyê derketibû.