Doza Mehmet Sîncar: 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin 2022-02-14 12:28:42 AMED - Cîhan Sîncar a hevjîna Mehmet Sîncar piştî danişîna dozê axivî û got: “129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin.”  Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin. Danişîna doza derbarê qetilkirina Sînar de hatibû vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Piştî danişîna dozê li ber Dadgeha Amedê daxuyanî hat dayîn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzerên endamên ÎHD’ê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘EV DOZ RONÎ BIBE, DÊ DOZÊN JÎ RONÎ BIBIN’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan kir ku heke faîlên dosyeya Sîncar werin dîtin dê ji bo dosyeyên din ên cînayetên salên 90’î bibe ronî û got: “Dadgehê daxwazên me red kir. Zirxa bêcezatiyê div ê dozê de jî derdikeve pêşiya me. Me xwest dadgeh delîlan li ber çavan bigire. Lê mixabin dadgehê hemû daxwazên me red kir.”    Eren diyar kir ku ew ê her dozê bişopînin û nedîtina kujeran û neronîkirina doza 30 salî bêalî û serbixwebûna darazê ku çawa hejiyaye nîşanî wan dide. Eren anî ziman ku dema rojek pêvajoya siyasî biguhere helbet wê faîlên dozên van cînayetan werin eşkerekirin.    '129 SAL JÎ DERBAS BIBE EM Ê TÊBIKOŞIN’    Cîhan Sîncar a hevjîna Mehmet Sîncar jî axivî û wiha got: “29 sal in em li gel rêxistinên civakî yên sivîl têdikoşin. Ne 29 sal heke 129 sal jî derbas bibe em ê têbikoşin. Neheqiyek mezin li me tê kirin. Kujer serbest li derve digerin em jî li vir li edaletê digerin. Ew tenê bi demançeyek nehat qetilkirin. Li pişt wê demançeyê gelek kes hene. Lê em carek din dibêjin çiqas di ser re derbas dibe bila bibe, em ê ne Mihemed û ne jî cangoriyên me din ji bîra bikin. Wê daxwaza me ya edaletê berdewam bike. Heta edalet bicih were dê lêgerîna me berdewam bike. Wexta edalet bicih were helbet dê kujer rojekê lêborînê bixwazin.” Sîncar her wiha bertek nîşanî astengkirina xwe û beşdaran a beşdariya dozê jî da.    ‘BERDEWAMIYA POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ YE’    Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn jî bertek nîşanî dadgehê da ku daxwazên wan red kiriye. Zeytûn destnîşan kir ku daxwaz di dadgehê de nehatine nîqaşkirin û got: “Ev nêzî 3 salan e darizandin didome. Mixabin darizandin di hemû qonaxan de bi awayek ji şixûlandina darazê dûr tê kirin. Dadgeh naxwaze kujeran derxe holê. Ev du celse ne heyet beşdarî danişînê nabe û hêj ku daxwazên me werin nirxandin tên redkirin. Ev heyet bi demkî li dosyeyê dinêrin. Ev yek berdewamiya polîtîkaya bêcezatiyê ye. Em ê li gel malbatê têkoşîna xwe bidomînin.”