Miley: Nêrîna Ocalan dikare tîranî û aloziyê bi dawî bike 2022-02-14 10:55:44 ENQERE - Hîndekarê Zanîngeha Cambridge Dr. Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî Ocalan hatiye kirin û wiha got: “Komplo, li dijî alternatîfa demokratîk a li hemberî tîraniya li Rojhilata Navîn derketî hat kirin.”  Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kete sala 24’emîn. Tevî şert û mercên tecrîda girankirî jî, hem li welat û hem jî li derveyî welat gelek derdorên cuda xwedî li fikrên Ocalan derdikevin. Hîndekarê Beşa Departmaniya Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku Modernîteya Demokratîk, li dijî pergala kapîtalîzmê hem ji bo gelên Rojhilata Navîn û hem jî ji bo gelên cîhanê alternatîfeke girîng e. Miley, piştî ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî bûyî, ji bo azadiya Ocalan di qada navneteweyî de dest bi xebatan kir. Di vê çarçoveyê de Miley pirtûkeke bi navê “Your Freedom and Mine” derxist û tê de qala Ocalan, Konfederalîzma Demokratîk û mafê diyarkirina qedera xwe ya kurdan dike. Têkildarî komploya navneteweyî û pergala Îmraliyê, Miley bi ajansa me re axivî.    ‘KOMPLO LI DIJÎ ALTERNATÎFA DEMOKRATÎK JÎ HAT KIRIN’   Miley da zanîn ku tevî DYA’yê, Yekitiya Ewropayê (YE), Ingilistan, Îsraîl, Yewnanistan û Kenyayê jî di komployê de cih girt û wiha domand: “Gelek aktorên cuda di vê komployê de hene. Di vê mijarê de hewceye em li ser armanca damezirandina NATO’yê û stratejiya wê bifikirin. Tiştekî pir zelal heye ku NATO, rêxistineke êrişê û ya şer e. Di mijara azadiya gelê kurd de Ocalan wek aktorekî girîng derket holê û ji salên 90’î heta niha jî banga aştiyê dike. Gelek bi biryar e ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Vîzyona wî li dijî vîzyona NATO’yê ye. Lewma tiştekî asayî ye ku NATO hewl bide xwe ji Ocalan xelas bike. Ev komplo ne tenê li dijî Ocalan, li dijî alternatîfa demokratîk a li hemberî tîraniya li Rojhilata Navîn hatiye pêşxistin jî hat kirin.”   ‘SEDEMA TECRÎDÊ FIKRÊN OCALAN IN’   Di berdewamê de Miley bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha domand: “Di avakirina Guantanamoyê de ji gelek aliyan ve pergala Îmraliyê mînak hatiye girtin. Rabûrdiya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd heta salên 1980’an jî diçe. Bi salên 90’î ve jî êrişên li dijî wan dest pê kirin. Ev êriş ji ewil li Almanyayê dest pê kir ku bi tewana ‘terorê’ hat darizandin. Baş e lê ev şerê li dijî terorê ji bo Rojhilata Navîn çi bi xwe re anî? Bi xwe re tenê dijberî, rûxîn û karesat anî. Sedema tecrîda li ser Ocalan, fikrên wî yên ji bo tevgera kurd û Rojhilata Navîn e. Li şûna kapîtalîzmê demokrasiyê, li şûna netewedewletê jî Modernîteya Demokratîk pêşniyar dike. Ev rewş jî li ser pergalê gef e. Tercîha pergalê ya li herêmê, tîran û alozî ye. Nêrîna Ocalan jî van tîran û qeyranan têk dibe.”    ‘FIKRÊN OCALAN DIKARE RÊ LI BER KARESATÊ BIGRE’   Miley anî ziman ku fikrên Ocalan ên derheqê azadiya gelê kurd de girîng in û wiha pê de çû: “Di nava 40 salan de tevgerê xwe pêşve bir. Di vê tîranî û kaosa li herêmê de bû tekane alternatîf. Vîzyona Ocalan dikare wek demokrasiya radîkal were pênasekirin. Ocalan, têkoşîna zayenda civakî, curbicuriya gelan, vehewîn, jiyaneke bi hev re, civakî û ekoliyê dimeşîne ku em tevek jî bi israr vê diparêzin. Ev nêrîn ne tenê ji bo Rojhilata Navîn lê bo hemû cîhanê pêwîst in. Li dijî modernîteya kapîtalîst û çekên tunekirinên komî, alternatîfeke jiyanî ye. Di mînaka Ukraynayê de ev yek bêhtir tê fêmkirin ku dibe dinya ber bi şerekî cîhanê yê nû ve biçe. Di hêla ekolojiyê de jî cîhan ber bi karesatê ve diçe. Lê bi xeta Ocalan re dikare pêşî li vê karesatê bê girtin. Rojava, mînaka vê rastiyê ye.”    ‘OCALAN NIFTEYA AŞTIYÊ YE’   Bi domdarî Miley diyar kir ku Ocalan nifteya aştiyê ya Tirkiyeyê ye û ev tişt anî ziman: “Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd wek alternatîfeke sêyemîn re xwedî roleke girîng e. Di serî de NATO, pêdiviya hinek hêzan bi şerekî li Rojhilata Navîn heye. Li gorî wan tenê dikarin bi şer, para xwe ji neft û çavkaniyên din bigirin. Bîrdoziya Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li dijî van berjewendiyên wan e. Lewma di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi awayekî taktîkî nêzî tevgera azadiyê bûn. Planên wan cuda ne û tişta ku tevgera azadiyê nûnertiya wê dike, talana neo-emperyal ji bîne ve tune dike.”    ARMANCA PIRTÛKÊ   Miley qala pirtûka xwe jî kir û wiha derbirî: “Ev pirtûk, encama xebatên ji bo piştevaniya bi Tevgera Azadiyê re derket holê. Li Ewropa, Ingilistan, Almanya û li Zanîngeha Cambridgeyê gihişt ber destê xwendevanan. Demekî kin piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, di 2016’an de bi pêşengiya parêzerê Nelson Mandela li Almanyayê şandeyeke bi navê ‘Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştî’ hat avakirin. Ez jî parçeyeke şandeya Îmraliyê bûm. Kurd û tevgera kurd di sedsala 21’emîn de pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikir. Ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk, tam li navenda pevçûnan bûn. Armanca pirtûkê ew bû ku haya xelkê Rojava ji Ocalan, projeya Konfederalîzma Demokratîk û mafê diyarkirina pêjeroja xwe bû.”   ‘XWESTINA AZADIYA OCALAN SÛC NÎNE’   Miley wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî dîktatoriya li Tirkiyeyê, Ocalan nifteya aştî û demokrasiyê ye. Heke di pêvajoya nû ya aştiyê de Ocalan wek muxatab bê dîtin û PKK weke aktoreke polîtîk a nûnertiya demokrasiya radîkal dike were qebûlkirin, ev yek dê bo Rojhilata Navîn gelek girîng be. NATO şer dixwaze lewma pêvajoyeke aştiyê ne bawerim çêbibe. Lê daxwaza azadiya Ocalan, ji bo vê erdnîgariyê tenê daxwazeke demokratîk e ku ev jî ‘sûc’ nîne. Azadiya Ocalan dê were wateya rewakirina Konfederalîzma Demokratîk. Gelo ma kîjan civak aştî û demokrasiyê naxwazin? Mafê diyarkirina qedera xwe yê gelê kurd, ji bo yekparetiya Tirkiyeyê gefek nîne. Bi azadiya Ocalan re dê hemû gelên herêmê jî azad bibin.”    MA / Gozde Çagri Ozkose