Mehmet Ocalan: Em rica nakin çûyîna Îmraliyê mafê me ye 2022-02-14 09:24:42 RIHA - Mehmet Ocalan, diyar kir ku mafên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên binpêkirin û ev tişt got: "Em dixwazin herin Îmraliyê. Divê dewlet deriyê Îmraliyê veke. Em rica nakin ev mafê me ye." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal beriya niha di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di ser vê komployê re 23 sal derbas bûn û di serî mafê wî yê hevdîtinê gelek mafên Ocalan tên binpêkirin. Kopmloya ku gelek welatan li serê li hev kiribû bi ser neket. Komplo bi berxwedana gel hat pûçkirin û paradîgmaya ku Ocalan afirand jî ji hemû beşên civakê re bû hêvî. Ji ber vê yekê jî pergala tecrîdê li dijî Ocalan ket meriyetê. Ocalan ku di bin şertê tecrîdê de tê girtin destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ev 11 meh in tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê bi birayê xwe re Mehmet Ocalan re axivîbû û telefon hatibû birîn.    Biraye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan derbarê tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên hevdîtinên wan ku nayên bersivandin û salvegera komploya 15'ê Sibatê de ji Ajansa Mezopotamyayê (AM) re axivî.      'MÎNAKA ÎMRALÎ TINE'    Mehmet Ocalan, diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo hemû gelan rojeke tarî ye û wiha got: "Di dîrokê de li hemberî hinek şexsa tecrît hatiye meşandin. Lê tecrîda li ser Brêz Ocalan tê meşandin mînaka wê di cîhanê de tuneye. 23 sal in carna tê sistkirin carna jî tê şiandin. Lê bê navber ev tecrît berdewam dike. Divê zagon ji bo herkesî wek hev bin. Lê ev 23 sal in mafê birêz Ocalan hatine astengkirin. Em nikarin vê yekê qebul bikin. Dema darbeya 12'ê Îlona 1980'î jî mafên kesî nehatibûn astengkirin. Hindik be jî wê demê hinekî maf û hiqûq hebû. Lê naha ji bo kurda em nikarin qala heq û hiqûqê bikin."   'MUXATAP TUNE YE'    Ocalan, hevdîtina ku di 25'ê Adara 2021'an de bi kekê xwe re kiribû  bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: "Hevdîtinek kurt bû. Di hevdîtinê de birêz Ocalan got, 'Dewlet jî hûn jî di nav xeletîyan de ne. Ev hevdîtin ne rast e . Bingeheke zagonî ya vê hevdîtinê tune ye. Mafê min hene.  Divê parêzer werin vir'. Piştî vê telefon qutbû. Me bi sedan cara bir rêya parêzeran serlêdan kirin ji bo çuyîna Îmraliyê lê tu bersiv nedan me. Muxatap tune ye. Mafê serok hatine binpêkirin."   'FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN'   Di berdewamê de Ocalan qala şertên çûn û hatine Îmraliyê û hevdîtinên li wir kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Di nav malbatê de kesê ku herî zêde çûye Îmralî ez im. Çûyîn û hatin pir zehmet e. Carna me nîv seet carna jî seetek hevdîtin dikir. Li wira hilm girtin jî zehmet e. Girtigeh di navbera behrê de ye. Em weke malbat û parêzer 11 meh in ji birêz Ocalan agahî nagirin. Her roj fikarên me zêde dibin. Em dixwazin rojek şûnde herin Îmraliyê. Divê dewlet deriyê Îmraliyê veke. Em rîca nakin ev mafê me ye. Mafê 4 mirovan heye ku bi malbatên xwe û parêzerên xwe re hevdîtine bikin. Dewlet ji 2015'an ve li ser kurdan polîtîkays şer dimeşîne. Kayûm avêtin ser şaredariyan û gelek siyasetmedar hatin girtin. Tecrît li hemû qadên jiyanê belav bû lê ya herî giran li Îmraliyê ye."   'RÊYA ÇARESERIYÊ DIYAR A'    Ocalan, gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên derbarê kekê xwe de jî bi bîr xist û wiha pêde çû: "Muxalefet û îktîdar li ser kurdan siyaseteke qirej dimeşînin. Yên ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd gav navajin li ser kurdan siyaseta xwe dîzayn dikin. Êdî kurd ne kurdê berê ne û dizanin siyasetê bikin. Kurd dikarin li hemberî îktîdar û muxalefetê siyasetê bikin. Bila tu kes li ser kurdan hesaban neke. Ev tiştên tên kirin antî demokratîk in. Rêya çareserkirina Pirsgirêka Kurd diyar e."   'ERKÊ HERKESÎ HEYE'    Derbarê kopmloyê û tecrîdê de jî Ocalan, destnîşan kir ku komploya 15'e Sibatê bi berdewamkirina tecrîtê didome û bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: "Bi dehan dewletên navnetewî di komployê de cih girtin. Armanca komployê têkçûna fikir û felsefeya birêz Ocalan bû. Lê komplo negihîşt armanca xwe. Fikir û felsefeya Ocalan li Rojava pêşengtiya şoreşê kir. Li Rojhilata Navîn rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe. Mifteha çareseriya Pirsgirêka Kurd û pisgirekên li Rojhilata Navîn di deste birêz Ocalan de ye. Ji bo çareseriyê divê rojek zûtir deriyê Îmralî vekin. Hemû gelên ku aramiyê dixwazin divê li birêz Ocalan xwedî derkevin. Ji destê kê çi tê bila rojek zûtir bike. Ji ber ku rojek şûnda dereng e. Heke em têkoşîna demokratîk mezin bikin wê bikaribin 'Roja Reş' ji holê rabikin. Divê herkes erkên xwe bi cih bîne."   MA / Emrûllah Acar