Dayika malwêran a bi zarokên xwe serbilind: Hacîce Çatak 2022-02-14 09:20:00 ŞIRNEX - Hacice Çatak ku dema qedexeyên derketina derve mala wê ya li navçeya Hezexê hat şewitandin û wêrankirin û ji ber zilma ku li wan hatiye kirin hin zarokên wê tevlî nav refên PKK'ê bûne û hin zarokên wê jî neçar mane ku derbasî Ewropayê bibin, got ku ew bi zarokên xwe serbilind e. Di navbera salên 2015 û 2016'an de li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin ragihandin û şer û pevçûnên dijwar li wan qewimîn. Navçeya Hezexê ya Şirnexê jî yek ji van navçeyan bû ku qedexeya derketina derve lê hat ragihandin. Li navçeyê di 16'ê sibata 2016'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û li taxên Tûrgût Ozal û Yenîmahaleyê şerekî dijwar qewimî. Di pêvajoya şer de bi dehan kes neçar man ku malên xwe biterikînin û bi dehan kes jî di şer de jiyana xwe ji dest dan.    Her wiha di şer de bi sedan avahî hatin hilweşandin û piştî şer jî bi hezaran mirovên di van avahiyan de mexdûr bûn û nikaribûn li taxên xwe vegerin.  Yek ji van avahiyên ku hatin hilweşandin mala Hacîce Çatak (68) bû. Mala Çatak Taxa Tûrgût Ozalê ye û hê jî kavilên malê li cihê xwe ne. Çatak, dem deman diçe ser van kavilên mala xwe ku hemû zarokên xwe lê mezin kir û sebra xwe bi wan tîne.    Çîrokeke balkêş a Çatak heye; dayika 12 zarokan e. Di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve gelek zilm lê wê tên kirin. Zilma ku di salên 1990'î de lê tên kirin di sala 2016'an de dubare dibin. Her çiqas sal biguherin jî zilma ku lê hatiye kirine neguheriye û careke din bi heman pêkanîna re rû bi rû dimîne. Dema qedexeyan navçeyê terk nake û şahidiya gelek êşan dike. Ji ber vê zilma li hemberî malbata wan tê kirin zarokên wê ji hev belav dibin û neçar dimînin ku her yek ji wan bi cihekî ve biçe.   ÇÎROKÊN ZAROKÊN WÊ   Keça Çatak Cîhan di sala 1990'an de dema ku hê 16 salî ye ji ber binçavkirin û îşkenceyên berdewam ên li bavê tên kirin hêrs dibe  û berê xwe dide nav refên PKK'ê. Piştî keça Çatak kurê wê Mûsa Anter Çatak jî dide ser şopa xwişka xwe û diçe naf refên PKK'ê. Ji zarokên Çatak Vasfî Çatak jî ji ber ku timik di noqteyên lêgerînê de tê binçavkirin, nikare li Tirkiyeyê bisekine û ji ber zext û zorderiyên li dijî xwe derbasî Ewropayê dibe. Kurê Çatak Ferzen Çatak jî ku dema qedexeyên derketina derve yên li navçeyê rojnamegerî dikir û hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan jî neçar dimîne ku derbasî Ewropayê bibe. Herî dawî kurê Çatak Kawa Çatak jî tê girtin û 7 mehên di girtîgehê de dimîne û îşkenceyên giran lê tên kirin.    SEBRA XWE BI KAVILAN TÎNE   Ji ber vê zilma ku li wan tê kirin û piştre neçar dimînin ji hev belawela bibin dayika wan Hacîce Çatak û bavê wan bi tena serê xwe dimînin. Dema şerê qedexeyên derketina derve polis û leşkerên ku tevlî şer bûne agir berî mala Çatak dane û şewitandine. Dayika Çatak ji ber hesreta û parastina bîranînên zarokên xwe naçe tu derê û li maleke tenê bi qasî 200 metreyan dûrî mala xwe ya kavil dimîne. Ji bo hesreta zarokên xwe rojê du caran diçe ser kavilên mala xwe û sebra xwe bi van kavilan tîne. Hê jî navê zarokên wê li ser dîwarên malê nivîsandî ne. Şopên guleyan li ser navê zarokên wê hene. Ji bo kavilên mala wê hê bêtir xesarê nebînin û wan konan diparêze.   'EM KÊFXWEŞ BÛN'    Dayik Çatak, li ser kavilê mala xwe derbarê vê serboriya xwe û zarokên xwe de axivî û diyar kir ku hevjînê wê timik girtî bûye û tunebûna bavêtiyê bi zarokên xwe nedaye hîskirin û wiha got: "Zarokên min hemû li vir bûn. Ez hem dayik û hem jî bavê wan bûm. Zarokên min pir ji hev hez dikirin. Her tim mêvanên me hebûn. Em kêfxweş bûn. Me ev baxçe ji bo zarokên xwe çêkir. Wê demê dewarên me hebûn. Me bi wan debara xwe dikir. Her tiştê min di vê malê de bû, lê dewletê ew xera kir û şewitand. Nikaribûm tiştekî derbixim. Bi zanebûn mala min şewitandin. Wan dizanibû ku ev mala kê ye. Li navçeyê şerekî giran hat kirin, di şer de tiştek bi mala min nebûbû. Piştre mala min şewitandin. Me ji mala xwe tiştek jî negirtibû. Min zarokên xwe li vê avahiyê di nav tunebûbê de mezin kir. Lê mala min şewitandin û xera kirin. Ji ber vê jî ez niha di kirê de dijîm."   'BÎRANÎNÊN MIN JÎ ŞEWITANDIN'   Çatak ku ji zarokên xwe dûr, bêkes ma û di maleke sar de dijî, da zanîn ku beriya bên Hezeê li gund jiyane û ev tişt anîn ziman: "Ji ber karê hevjînê min em neçar man û hatin Hezexê. Hevjîna min piştî karê 5 salan hat girtin. Ji ber ku hat girtin mûçeyî wî jî birîn. Piştî ku hat girtin, debara malê gelek zehmet bû. Min zarokên xwe dikir hembêza xwe û diçûm hevdîtinên girtîgehê. Min hemû zarokên xwe di vê malê de şandin zanîngehê. Neviyê min navên zarokên min li ser vî dîwarî nivîsandin. Hemû wêneyên ku min bi zarokên xwe re kişandibûn û kiribû albûmê jî şewitandin. Ne tenê mala min, bîranînên min jî şewitandin. Tişta ku ji zarokên min ji min re maye navên wan ên li ser van dîwaran hatine nivîsandinin."   BI ZAROKÊN XWE SERBILIND E   Di berdewama axaftina xwe de Çatak, bi lêv kir ku ew bi zarokên xwe serbilind e û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Min nedihişt ku zarokên min di tu mijarê de zehmetî bikişînin. Lê niha tune ne. Ez her serê sibehan û êvaran têm vir. Ez her ku têm li ser vî kursiyî rûdinim. Dema têm vir xwe rehet hîs dikim. Her ku têm vir zarokên min û bîranînên wan tên bîra min. Gava ew bi min re bûn, min wisa hîs dikir ku hemû dinya bi min re ye. Her çend min gelek êş kişandibe jî dema ku min wan li kêleka xwe didît her tişt ji bîr dikir. Ez û hevjînê xwe tenê mane. Ji bo ku ev êş min nekuje her roj têm vir. Ev berhemek ji bîranînên min e. Ji ber vê yekê ez vê malê diparêzim. Kurê min Mûsa Anter jî di vê malê de mezin bûye. Hezkirineke min a taybet li hemberî wî hebû. Lê ew jî çû.  Ez bi wan serbilind im. Zarokên min tu carî serê min netewandin. Ji ber wê ez qet poşman nebûme. Ji wir re mirovên baş hewce ne. Ji bo wê li vê axê hezar carî pîroz be."   MA / Zeynep Dûrgût