Ocalan 'şerê aştiyê' dimeşîne 2022-02-14 09:12:41 AMED - Rêveberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di Pirsgirêka Kurd ku dewlet û desthilat ji çareseriya wê direvin de xwedî roleke diyarker e. Ocalan, siyaseta xwe ya jiyandinê ku weke "şerê aştiyê" bi nav dike 23 sal in di şertê tecrîdê de bi israr diomîne û ji bo vê gav avêtin.    Pirsgirêka Kurd weke rastînîqiya nasnameya dîrokî li holê ye û tunehesibandina kurdan a dirêjî salên damzrandina Komara Tirkiyeyê dibe hê jî didome. Ev jî Pirsgirêka Kurd mezin dike û dibe sedem ku di siyaseta welat de cih bigire. Ne tenê di siyaseta Tirkiyeyê de di siyaseta Rojhlata Navîn de jî kurd di asteke nikarin bên paşguhkirin de cih digirin. Kurd bi tekoşîneke zor û bedelên gelek giran ên mîna qirkirin, îmhakirin, înkarkirin, polîtîkayên pişaftinê û cînayetên faîlên wan nediyar hatin vê astê.   Kesê ku kurdan kir hêzeke nikarin bên paşguhkirin û gihand asteke ku hêzen navneteweyî ji Pirsgirêka Kurd bêdeng namînin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.   Abdullah Ocalan, serkêşiya serhildana kurdan ku di salên destpêkê yên sedsala 20'emîn de tune hatin hesibandin û xaka wan hat parçekirin kir. Ji ber vê serkêşiya wî di destpêka sedsela 21'emîn de Ocalan di plana dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de weke astengî hat dîtin û bi komployeke navneteweyî ku Amerîka jê re serkêşî kir, di 15'ê sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û li Girtîgeha Îmraliyê hat girtin.    NIKARIN OCALAN PAŞGUH BIKIN   Di bin şertê tecrîdê de jî Ocalan tevahiya 23 salan berovajiyê tişta ku hatibû armanckirin rola xwe ya sereke ya di Pirsgirêka Kurd de domand. Her çiqas niha hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re bê astengkirin, têkiliya wî ya bi derve re bê qutkirin û destûr nayê dayîn ku peyamên wî bigihîjin raya giştî jî di pozîsyoneke wisa de ye ku ne desthilat ne jî muxalefet nikarin wî paşguh bikin. Di van rojên ku rojeva hilbijartina pêşwaxt tê nîqaşkirin de Serokkomarê AKP'î Tayyî Erdogan li ser navê Ocalan diaxive û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû dibêje, 'Rêya Demokrasiyê di Amedê re derbas dibe'. Sedema bingehîn a van hewldanan rastiya ku rêya desthilatê di Amedê re derbas dibe ye.    ISRARA SIYASETA JIYANDINÊ   Heta niha bi polîtîkayên taybet hewl hat dayîn ku Ocalan bê behokirin û ji çavê kurdan bê xistin. Lê wî her li şûna şer di "siyaseta jiyandinê" de yanî di aştiyê de israr kir. Di navbera 1993 û 1998'an de Ocalan 3 caran agirbest îlan kir û nîşanî dewletê da ku li şûna rêbazên leşkerî pirsgirêkê bi aştiyê çareser bike. Lê her çiqas destê wî nehat girtin jî piştî ku hat Îmraliyê jî Ocalanvê helwesta xwe berdewam kir. Bi lêgerînên xwe yên dîrokî û civakî pergaleke paradîgmayî bi pêş xist û di şertên girtîgehê de dest bi avakirina vê paradîgmayê kir."   HATIN KOMÊN AŞTIYÊ   Di 1'ê îlona 1999'an de cara 4'emîn agirbest îlan kir û bang li PKK'ê kir ku hêzên xwe yên çekdarî vekişîne derveyî sînorên Tirkiyeyê û ji Qendîl, Mexmûr, Ewropayê "Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê" bên Tirkiyeyê. Piştî vê banga Ocalan koma destpêkê ya ji 8 kesan pêk dihat di 1'ê cotgmeha 1999'an de ji Qendîlê hat Tirkiyeyê û hemû endamên komê hatin girtin û ceza li wan hatin birîn. Rexmî vê jî piştî 29 rojan komeke din a ku ji 8 kesan pêk dijat jî Ewropayê hat Tirkiyeyê. Aqûbeta vê komê yî weke ya beriya wê bû.    'ŞERÊ AŞTIYÊ DIDIM'   Ligel van girtina jî Ocalan israra xwe ya çareseriyê domand û got ku ew 24 saetan di nav şerekî de ye, şerê aştiyê dide û şerê aştiyê ji şerê li derve zehmettir e. Wê serdemê Tirkiyeyê desthilata DSP-MHP-ANAP'ê bi rê ve dibirin. Ocalan di 20'ê çileya 2000'î de "Projeya Aştiyê", di 4'ê mijdara 2000'î de "Plana Lezgîn a Aştî û Demokrasiyê" û di 19'ê hezîrana 2001'an de jî "Danezana Daxwazên Lezgîn" danîn pêşiya hikûmetê. Ev hemû hewldanên Ocalan bêbersiv hatin hiştin.    PLANA AŞTIYÊ AMADE KIR   Ocalan ku dev ji israra xwe ya çareseriyê berneda piştî ku di 3'ê mijdara 2002'yan de AKP hat desthilatê, bi "Danezana Çareseriya Lezgîn" banga diyalogê li AKP'ê kir. Piştre jî Ocalan "Plana Aştiyê" ku ji 10 xalan pêk dihat a nexşerêya bêçekkirinê pêşkêşî hikûmetê kir. Ocalan, bi van gotinan bangî Erdogan kir: "Aştî girêdayî 2 hevokên ku tu bibêjî ye. Ji bo aştiyeke bi rûmet derfetên xebata demokratîk hene. Ev her du hevok wê jiyana bi deh hezaran kesî xelas bike."   Dema ku li bendê bû di vê mijarê de gav bên avêtin tecrîda li ser Ocalan hat girankirin. Bi mehan destûr nehat dayîn ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li dijî vê helwestê PKK'ê agirbesta ku 5 sal bûn berdewam dikir di 1'ê hezîrana 2004'an de bi dawî kir. Di pêvajoya ku şer berdewam dikir de Ocalan di sala 2005'an de "Nexşerêya ji bo Aştiyê" amade kir û ji desthilata AKP'ê daxwaz kir ku "Qanûna Tevlîbûna Demôkratîk" derbixe û daxistina gerîlla ya ji çiyayayn pêk bîne. Lê desthilata AKP'ê "Qanûna Vegera Malê" ku poşmantiyê ferz dikir derxist.    MUSTEŞARÊ MÎT'Ê ÇÛ ÎMRALIYÊ   Di sala 2008'an de Musteşarê MÎT'ê Emre Taner çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê "Hevdîtinê Osloyê" yên di bin çavdêriya welateke sêyemîn de di navbera rayedarên dewletê û rêveberên KCK'ê de pêk hatin hatin berfirehkirin. Ji bo ku di mijara çareseriyê de destê hikûmeta AKP'ê bi hêz bike KCK'ê di 31'ê gulana 2009'an de careke din agirbestê îlan kir. Piştre ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve pêvajoyeke ku destpêkê weke "Vebûna Kurdan" û dûre jî "Projeya Biratî û Yekitiya Neteweyî" hat binavkirin hat destpêkirin. Ocalan jî ragihand ku ji bo aştiyê amade ye ku her gavî bavêje û "Nexşerêyeke" ku ji 10 xalan pêk dihat amade kir û ji bo çareseriya demokratîk AKP'ê vexwend ser mesê.    KOMA SÊYEMÎN AŞTIYÊ   Ocalan bi vê bangê bi sînor nema û li ser banga wî piştî 10 salan di 19'ê cotmeha 2009'an de ji Qendîl û Mexmûrê 4 jê zarok Koma Aştiyê ya ji 34 kesan pêk dihat hat Tirkiyeyê. Ev kom li Deriyê Xabûrê ji aliyê 50 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin. Lê bi zexta hêzên ku ji van geşedanan aciz bûn Hikûmeta AKP'ê li vê pêvajoyê xwedî derneket û koma duyemîn ku wê piştî vê komê ji Ewropayê bihatina hatine wê hat betalkirin. Piştre derbarê 30 endamên vê komê de doz hatin vekirin û 17 ji wan hatin girtin. Mîma komên beriya niha hatibûn hin kesên di vê komê de jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.    OPERASYONÊN KCK'ê   Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 11'ê Kanûna 2009'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) girt û di 25'ê kanûna heman salê de li dijî siyasetmedarên kurd "operasyonên KCK'ê hat destpêkirin pêvajo bi dawî bû. Li tevahiya Tirkiyeyê parêzerên Ocalan jî di nav de bi hezaran kes hatin girtin. Rexmî van hewldanan jî Ocalan heyeta ku pê re hevdîtin pêk anî re ragihand ku li ser "Konseya Aştiyê" li hev kirine. Piştî vê daxuyaniyê bi 3 hefteyan di 27'ê mijdara 2011'an de hevdîtina parêzeran a Ocalan re hat qedexekirin û tecrîd li hat ferzkirin.    ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Di pêvajoya ku li Roboskî 34 welatî, li Colemêrgê 13 welatî hatin kuştin, şerê dijwar ê bi PKK'ê re û geşedanên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qewimî de bi mehan agahî ji Ocalan nehat girtin. Ji ber vê girtiyên PKK û PAJK'ê di 12'ê îlona 2012'an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi hezaran girtî tevlî vê çalakiyê bûn û AKP neçar ma ku careke din li deriyê Îmraliyê bide. Di roja 66'an de çalakî li ser banga Ocalan di 18'ê mijdara 2012'an bi dawî bû. Piştre parlamenterên HDP'ê Ahmet Turk û Ayla Akat Ata di 3'ê çileya 2013'an de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ev hevdîtin bû nîşana pêvajoyeke nû. Lê tenê 6 roj piştî vê hevdîtinê di 9'ê çileya 2013'an de siyasetmedarên jin ên kurd Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytecta Fransa Parîsê ji aliyê tetikkêş Omer Guney ve hatin kuştin. Di demeke kurt de derket holê ku cinayet ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin.    NEWROZA AMEDÊ YA 2013'AN   Ocalan, ji bo cînayetan ev tişt got: "Ha wan ha Sakîneyan kuştine, piştî hevdîtina yekemîn ku me li vir kiriye, li Parîsê bersiv dan. Piştî her hevdîtineke girîng teqez darbe hatine pêşxistin." Her wiha Ocalan, destnîşan kir ku destê rêxistinbûna Gladioyê di cinayetan de heye û bû kesê yekemîn ku "Dewleta Parelel" teşhîr kir. Ocalan, lîstika kesên ku xwestin wî bikişînin nav xefika şer bi israra xwe ya ji bo aştiyê xera kir û bi peyama xwe ya "Bila êdî çek bisekinin, fikir û siyaset biaxivin" ku di sala 2013'an de li Newroza Amedê da jî berpirsyariya xwe ya di mijara çareserkirina Pirsgirêka Kurd de nîşan da.    NIYETA RAST DERKET HOLÊ   Di berdewama pêvajoyê de AKP'ê li Qesra Dolmabahçeyê bi kurdan re mutabaqatê îmze kir. Li hêla din jî aciziya xwe ya ji rêveberiya xweser a bakurê Sûriyeyê bi piştgiriya DAIŞ'ê ya êrişî Kobanê kir nîşan da. Desthilata AKP'ê ku bi alîkariya YPG'ê gora Suleyman Şah ji êrişa DAIŞ'ê xelas kir, di Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de bi "Plana Çokşikandinê" nîyeta xwe ya bi dawîkirina pêvajoyê nîşan da. Rojek piştî peyama Ocalan a di Newroza Amedê de da û got ku amadekarî dike banga "çek danînê" bike, Erdogan got ku ew Mutabaqata Dolmabahçeyê nas nake.    Piştî vê ku hevdîtinên bi Ocalan re bi dawî bûn û di 7'ê Hezîrana 2015'an de ji ber ku nebû desthilat desthilata AKP'ê "Plana Çokşikandinê" kir meriyetê û bi vê planê re li cihên mîna Sûr, Cizîr, Nisebînê derî ji şerê ku bûn sedema hilweşandina bajaran re vekir. Piştre destnedayîna parlamenterên HDP'ê hatin rakirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên DBP'ê hatin kirin.    DÎSA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Ji bo ku dengê wî neyê bihîstin tecrîda li ser Ocalan hat kûrkirin. Li ser vê di 5'ê çileya 2016'an de li ji HDP û DBP'ê 50 siyasetmedar li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî vê çalakiyê Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî û di mijara çareseriyê de banga jidilbûnê li AKP'ê kir. Piştî bi dawîbûna grevê careke din deriyên Îmraliyê hatin girtin. Piştî vê pêvajoyê Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda li ser Ocalan li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.    Weke pêvajoya beriya desthilatê xwest bi destûr dayîna hevdîtinê ya ji bo Mehmet Ocalan vê grevê bi dawî bike. Lê Guven û çalakgerên din dev ji greva xwe bernedan. Li ser vê piştî 8 salan deriyên Îmraliyê ji parêzeran re vebûn. Di navbera 2'ê gulan û 7'ê tebaxa 2019'an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Ocalan di van hevdîtinan de jî banga li ser mesê li desthilata AKP'ê kir.    11 MEH IN AGAHÎ JI OCALAN NAYÊ GIRTIN   Ocalan ku bi 3 girtiyên din ên li cem xwe re bi awayekî komî tê tecrîdkirin, piştî 21 salan cara yekemîn di 27'ê Nîsana 2020'an de mafê xwe yê afaxtina xwe bi telefonê bi kar anî. Cara duyemîn Ocalan vî mafê xwe di 25'ê adara 2021'an de bi kar anî û telefona wî di nîvî de hat birîn. Ji vê rojê ve 11 meh in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Hemû serlêdanên parêzeran ên vê derbarê de bêbersiv tên hiştin.    Bedêla qrîza ku ji ber şerê bi girtina deriyê Îmraliyê tê berdewamkirin jî hemû gelên Tirkiyeyê didin.