Bi forûman bertek nîşanî koploya 15'ê Sibatê dan 2022-02-13 20:21:41   STENBOL - Li 39 navçeyên Stenbolê, welatiyan bi forûman bertek nîşanî komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan.      Li 39 navçeyên Stenbolê, welatî li avahiyên HDP'ê hatin gelhev û bi forûmên ku saz kirin bertek nîşanî komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan. Di forûman de sînevîzyona ku pêvajoya komployê vegotin hatin nîşandan. Her wiha di sînevîzyonan de gotinên Ocalan ên ji bo komployê jî hatin dayîn.    Welatiyên ku mafê axaftinê girtin, destnîşan kirin ku komplo li dijî Ocalan tazfiyekirina Tevgera Azadiyê Kurdan hatiye armanckirin. Welatiyan, got ku li dijî kurdan gelek komplo di dewrê de ne û diyar kir ku bi têkoşînê wê kurd bikaribin komployan vala derbixin.