‘Bila deriyên Îmraliyê vebibin da ku çareserî pêk were’ 2022-02-13 16:35:40   RIHA - Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu di civîna têkildarî komploya li ser Ocalan de axivî û got: “Ji bo dawî li vê krîzê were anîn, divê hevdîtn bi birêz Ocalan re pêk were.”    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê bi minasebeta komploya navdewletî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat li avahiya rêxistina xwe ya navçeya Wêranşarê civîna gel li dar xist. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.    ‘BILA TECRÎD RABE Û DERÎ VEBIBIN’    Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan destnîşan kir ku ew dixwazin tavilê tecrîd rabe û deriyên Îmraliyê vebibin da ku aştî û çareserî were axaftin. Çalişkan got wê îktidar di tecrîdê bi ser nekeve û wê gelê kurd tu carî li dijî zextan paş ve gavan neavêje.    Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li ser gelê kurd pêk tê û ew dibêjin heke tecrîd rabe dê aştî li Îmraliyê pêk were.    'JI PARADÎGMAYA OCALAN DITIRSIN’   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bi bîr xist ku 23 sal in Ocalan li Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin û got: “Nahêlin ku dengê Ocalan derkeve derve. Ji paradîgmaya Ocalan ditirsin. Heke Ocalan biaxive wê rêya çareserî û aştiyê vebibe. Yên ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe, tecrîdê kûr dikin. Heke dawî li tecrîdê were anîn dê krîzên heyî jî werin çareserkirin. Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezintir bikin.”