Serhildana Şêx Seîd di sala 97’emîn de ye: Înkarkirina netew û zimanê kurdan didome 2022-02-13 12:13:25   AMED - Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî derbarê salvegera 97’emîn a serhildanê de vê daxuyaniyê da: “Înkarkirina mafên kurdan îro ji salên 1925’an cudatir nîn e. Qedexekirina zimanê miletekî, tunedîtina netewekî di roja me ya îro de jî berdewam dike.”   Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî bi minasebeta salvegera 97’emîn a salvegera serî rakirina Şêx Seîd û hevalên wî ya di 13’ê Sibata 1925’an pêk li avahiya xwe daxuyanî da. Endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleyê Mehmet Kasim Firat metna daxuyaniya bi kurdî xwend. Kasim Firat destnîşan kir ku zextên li ser kurdan hêj berdewam dike û li dijî komplo, provokasyon, mirin, sirgûn, hilweşandin, asîmîlasyon û qirkirinê li bakurê Kurdistanê gelek berxwedan qewimîne.    Metna daxuyaniya bi ser navê “Îro 13’ê Sibatê ye. Îro 97mîn salvegera destpêka Tevgera 1925’an e” wiha ye:    “Di 13’ê Sibata 1925’an da raperîn dest pê kir. Ev raperîn bûyereke herî girîng ya dîroka nêz a Kurdan e. Heta roja îroyîn gelek êş, malxirabî, gelkujî, berxwedan û qehremaniyan derxistiye holê. 97 sal berê li Pîranê bi provakasyonekê ev raperîn dest pê kir. Ji ew roj û heta îro ev delil dide destê me ku polîtîkayên neçareseriyê her tim hebûne. Komplo, povakasyon, mirin, surgun, malxirabî, asîmîlasyon û gelkujî her para me bûye. Lê li hember vanan jî berxwedaniya birûmet, fedakarî û qehremanî jî her hebûye…   Li Pîranê di 13’ê Sibata 1925’an de çi bû?   Em bi kurtasî vê bibêjin.   Piştî Şerê Dinyayê yê Yekemîn û di dema Şerê ‘Rizgarkirina Tirkiyê’ de kurd û welatê wan Kurdistan hatibû parvekirin. Kurd di bin nîrê Ereb û Fars û Tirkan de hatibûn çarparçekirin. Di pêvajoya Lozanê de hebûna wan a siyasî hatibû tunekirin. Ji bo mafên siyasî, çandî û îdarî doza Kurdan hebû û li ser vê Mustafa Kemal û hevalbendên wî soz dabûn wan ku ew ê mafên wan biparêzin. Lê berevajê vê kirin, ne mafê wan dan wan ne jî tiştek din kirin. Wan xistin bin nîrê asîmîlasyonê û medreseyên wan hatin girtin û mafên wan ji wan standin. Li ser vê yekê bi navê Azadî rêxistinekê hatibû avakirin û tekoşîna Kurdan dida. Di Îlona 1924'an de li Bêşebabê berxwedaneke dest pê kiribû. Lê Rêxistina Azadî deşifre bûbû û Xalid Begê Cibrî û mebûsê Bedlîsê yê berê Yusif Ziya hatin girtin û ji bo ku îfadeyê wî bigirin bang li Şêx Said dan. Li ser vê lêgerînê, Şêx Said ber bi Pîranê ve meşiya û li ser riya xwe civînan li dar xist û bi serok û rêberên eşîrên Kurdan re hevdîtin pêk anî.   ÎNKARKIRINA KURDAN DIDOME    Dewlet pê hesiya ku Şêx Said hatiye Pîranê, ji bo girtina hinek mehkûman xwest bavêje ser ciyên ku Şêx Said li wê ye… Ev jî sedem bû ji bo provakasyonê. Li gorî çanda Kurdî, mêvanê bê malê bi tu awayî nayê dayîn ji bo girtinê. Birayê Şêx Said Şêx Evdirehman vê meselê ji leşkeran re dibêje û dibêje di çanda Kurdan de teslîmirina mehkûman tune ye. Dibêje: “Kekê min Şêx Said mêvanê min e û ew makûmên ku hûn ji bo wan hatine ew jî hatine ziyaretiya kekê min. Nabe ku hûn wan bigirin. Bila civat belav bibe, ew  kesên mehkûm ew ê werin îfadeyê xwe bidin.” Lê serbazê Tirk heqaretan dike û êrîş dike û pevçûn pêk tê. Di encamê de 2 leşker têne kuştin û hin jî birînda dibin. Leşkerên din jî têne derdestkirin. Bi bihistina vê bûyerê re li gelek deverên Kurdistanê berxwedan dest pê dike.   Di 13ê Sibata 1925'an de pêketina vê çirûskê li gelek deverên Kurdistanê veguherî berxwedenê û li hember vê jî hêzên dagirker li hember vê raperînê qetlîam û kuştin û wêrankarî kirin. Ev di heman demê da bû bingehdanîna neçareseriyê jî.   Înkarkirina mafên Kurdan îro ji salên 1925’an cudatir nîn e. Qedexekirina zimanê miletekî, tunedîtina gelekî û li ser vê sedemê pêkanîna zilm û zorî û surgun û qatlîaman, ne li gorî dîn ne jî li gorî dinyê ne rewa ye û nayê qebûlkirin.   Em ê li ser vê rastiyê şopdarên vê dozê bin. Li ser vê munasebetê silav û serkeftin.”