Cemxaneyê wekî kargeh hesibandin, di 3 salan de 60 hezar TL ceza birîn 2022-02-13 09:54:50 DERSIM - Cemxaneya Duzgun Baba ya li navçeya Qisle ya Dersimê wekî kargeh hatiye hesibandin û di 3 salan de 60 hezar TL cezayê bacê lê hatiye birîn. Her wiha piştî qeymeqam gilî kiriye, SGK'ê jî bi hinceta "bi qaçaxî karkeran dixebitîne" teblîxat jê re şandiye.  Li navçeya Qisle ya Dersimê Komeleya Çand, Pêşxistin û Alîkariyê ya Ziyaretên Duzgun Baba wekî kargeh hatiye hesibandin û di 3 salan de 60 TL cezayê bacê lê hatiye birîn. Wekî hincet jî mesrefên ji aliyê rêvebiriya cemxaneyê hatine kirin hatine nîşandan. Di nav van cezayan de ji bo sobeya bi 500 lîreyî ji bo cemxwaneyê hatiye kirîn 3 hezar TL û ji bo rûnê nivişk ê ji bo loqmeyan bi 600 lîreyî hatiye stendin jî 3 hezar TL ceza hatiye birîn.    Rêvebiriya cemxaneyê ji bo 30 hezar TL cezayê di navbera 2019-2020'î de li cemxaneyê hatiye birîn çûye qeymeqamtiya navçeyê û Walîtiya Dersimê. Walî û qeymeqam soz dane dê vê yekê sererast bikin. Ji ber vê jî rêvebir ji bo îtirazê serî li dadgehê nedane. Lê piştî vê bi çendekê qeymeqamtiya navçeyê navê 30 kesên li cemxaneyê çayê belav dikin, paqijiyê dikin, loqmeyan çêdikin û karên din ên cemxaneyê dikin ku pîr û anayên 80-90 salî jî di nav van kesan de ne, daye Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) û gotiye cemxane "bi qaçaxî kesan dide şixulandin."    Piştî vê giliya qeymeqam, SGK'ê jî di 15'ê Adara 2021'ê de teblîxat ji cemxaneyê re şandiye. SGK'ê di teblîxatê de diyar kiriye ku ger di nava 30 rojî de sîgorteya van kesan neyê çêkirin dê ceza bibirin.    Di dawiya sala 2021'ê de jî bi hinceta mesrefên hatine kirin bê fatûre bûne, li dor 30 hezar TL'yî ceza li cemxaneyê hatiye birîn. Bi vî awayî bi giştî 60 hezar TL ceza li cemxaneyê hatiye birîn.    'BÊHIQÛQÎTÎ YE'   Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek, anî ziman ku cezayên hatine birîn bêhiqûqîtî ye.    Kirmiziçîçek, got: "Me ji bo loqmeyan bi 600 lîreyî nivişk ji gundiyan stend. Me ev yek wekî mesref li deftera komeleyê nivisiye. Lê ji bo vê 3 hezar TL ceza li me birîn. Ji ber ku fatûreya nivik tune ye. Ma ê li cem gundiyan fatûreya çi hebe! Bi sedemên wisa ecêb ceza li me birîn. Her wiha ji ber ku me bûrs daye xwendekaran û ji ber ku meqbûza wê tune ye, 18 hezar TL ceza li me birîn. Me loqme belav kirine, me ji navenda dersimê heya cemxaneyê wesayît kirê ye. Ji bo vana hemûyan ceza birîn. Di 3 salên dawî de me ji bo cemxaneyê çi kiribe ceza birîne."    Kirmiziçîçek, diyar kir ku ji ber van cezayan di 10'ê Sibatê de serî li Baroya Dersimê dane û doza alîkariya hiqûqî kirine.    Kirmiziçîçek, vê yekê wekî xeleka zilmê ya bi hezaran salan e li ser elewiyan tê kirin bi nav kir û got: "Bi çavê bazirganxaneyekê nerîna li cemxaneyê ne nêzîkatiye rast e. Ev netamûlkirina elewîtiyê ye. Bi vî awayî felsefe û baweriya elewîtiyê ceza dikin. Tişta em dibînin ev e; ger hûn îtaet bikin hûn ê bên xelatkirin, lê wekî din hûn ê bên tepisandin û cezakirin. Lê em ê bi tu awayî paş de gav enavêjin. Ji bo vê, ji bo hesasbûnê em bang li gelê xwe dikin. Duzgun Baba navendeke baweriyê ya vî gelî ye. Lewma em nêzîkatiyên bi vî rengî yên li hemberî baweriya xwe qebûl nakin."    MA / Cengîz Ozbasar