Serdema zayîna sêyemîn: Ez ji bo krîzan li çareseriyê digerim 2022-02-13 09:46:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku Ewropa bi komployeke navneteweyî ve girêdayî polîtîkaya kurdan a 200 salên dawî ye û ew li çareseriya krîzên pêvajoya Îmraliyê ku weke "serdema zayîna sêyemîn" bi nav kir, geriyaye.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên kurewî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji wê rojê û vir ve di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F tê girtin. Ocalan di hevdîtinan de gelek caran derbarê paşxaneya dîrokî ya komploya ku 23’yemîn salvagera xwe li paş dihêle nirxandinan kiribû.    KOZA PIRSGIRÊKA KURD A EWORPAYÊ    Ocalan di hevdîtinên pê re hatin kirin de gelek caran anîbû ziman ku bi komployê re polîtîkaya kurd a Ewropayê ya du sed salên dawî hatiye şopandin û wiha gotibû: “Bingeha vê siyasetê ew e ku kurd weke amûreke tehdîdê bikar bînin da ku Îran û ereb û bi taybetî jî tirk bi wê ve girêdayî bin. Min ji bo çareseriya dawîn a pirsgirêka kurd hewldanên girîng kir. Ji aliyekê din ve her tim vê pirsgirêkê weke qertek ku wê di destê xwe de bikaranîn, girtin. Ne di berjewendiya wan de bû ku ev çek ji destê wan bê girtin. Wan nexwest dest ji girtina wê weke bermayiya herî qirêj a siyaseta kevneşopî ya kolonyal berdin. Pirsgirêka kurd a bi awayekî stratejîk çareser bû ji bo wan pirsgirêkek bû ku hîn dema wê nehatibû. Heya ku Îran hesabên xwe yên bi Iraq û Tirkiyeyê re nebîne, helwêsta zelalkirina qerta kurdan diyar bû."    TASFIYEYA KURDAN   Ocalan di gelek hevdîtinan de jî destnîşan kiribû ku armanca komployê paqijkirina kurdan e û gotibû: “Tesfiyenekirina tevgera azadiya kurd wê bibe sedema hewldanên tasfiyekirin û parçekirina wan û careke din an jî wê ji hev belav bibin. Di heman demê de ew ê hewl bidin ku şert û mercên aştiyê yên pêşketî bi kar bînin, her çend kêm be jî. Têkçûna tevgera azadiyê ya ji bo avakirina civaka sivîl a azad wê hewldanên îstîsmarê zêdetir bike. Ji ber vê yekê girîng e ku hem li rêxistinên kevneperest ên mezhebên paşverû û hem jî li rêxistinên sivîl ên sexte yên hevkar bên girtin û rê nedin ku raya giştî bixapînin.”    SERDEMA ZAYÎNA SÊYEMÎN    Ocalan pêvajoya Îmraliyê ji bo kurdan û ji bo xwe weke "Serdema zayîna sêyemîn" pênase kiribû û gotibû: "Şert û mercên Îmraliyê ne tenê weke şexs, weke komar û gel tê wateya zayîna sêyemîn. Pêvajo li gorî hemû hêzan ji nû ve zayînê û teşe dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qad diheje û bi krîzê re li çareseriyê digere. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya xistina vê rastiyê. Ji van qeyranan re li çareseriyan digerim. Parçeyeke bingehîn a hebûna min a sazîbûnê, hişmendî û vîna azadiya kurd e. Komara li ser înkarkirina îradeya azad a kurd olîgarşîk e û ev yek jî wê bibe sedema tundî û veqetînê. Ji yekîtiya azad re ango lihevkirina demokratîk tê wateya jiyana di nava aştî û yekîtiyê de ye. Ji ber ku têkoşîna di navbera komara olîgarşîk û komara demokratîk de hîn bi dawî nebûye, ev yek nayê pêkanîn. Di vî warî de pêvajoya Îmraliyê bi awayekî sembolîk qonaxeke dîrokî nîşan dide."    KRÎZA DÎROKΠ   Ocalan anîbû ziman ku ev rastiya bingehîn di bin krîza ku Tirkiye di dîroka xwe de cara ewil dibîne ye û wiha gotibû: “Rastiya ku diyardeya siyasî ya ku qada analîtîk e, wekî Meclis û Hikûmetê mijarê bi awayekî realîst dinirxîne. Erka xwe di wextê xwe de pêk nayîne, kêşeyan vedişêre û dihêle ku têk biçe û çareser nebe, ev jî nîşan dide ku çavkaniya krîzê jî siyaset e, ji ber ku di çapameniyê de bi giranî cih tê. Ev nêzîkatî Tirkiyeyê mehkûmî sîstemeke ku li hundir û derve tê ferzkirin û li ser çeteyên kirêt û gendeliyê hatiye avakirin û ji ber vê yekê ketiye krîzê. Her sal, her meh jî dibe sedema bi milyaran dolar zirara aborî û di warê giyanî de êş û tengasiyek kûr dide vî welatî. Ji şerê 15 salan heta niha 40 hezar kes mirine û bi sed milyaran jî zirara madî wek bîlançoya dane eşkerekirin. Di wê rewşê de ya ku divê bê kirin ew e ku di hemû şert û mercên dîrokî, civakî û navneteweyî de nêzî vê diyardeyê bibe û bigihêje pênaseyek û çareseriyeke rast. Heya ku ev neyê kirin, mezinbûna piralî ya krîzê her berdewam bike.”    MA / Ozgur Paksoy