ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-13 09:00:22   Bi ser qetilkirina zaroka 13 salî Fatma Eraslan a di qedexeyên derketina derve de 6 sal derbas bûn. Dayika Eraslan anî ziman ku baweriya wê bi edeletê nema ye û got: “Heta niha ji tu kesî re edalet nehatiye ku ji me re bê. Ji ber wê hêviya min ji edaletê nema ye.”   * Rismiye Acar, dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar, diyar kir ku rewşa keça wê giran dibe û got: "Li gorî xwe dermanan didin wan. Ne bijîşk, girtîgeh bi xwe dide wan. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin."   * Li Qoserê çawîşekî pispor bi wesayîteke TSK'ê ya bi plakeya Sûriyeyê pêl Hazna Su ya 52 salî kiribû û ew kuştibû. Çawîşê pispor paşê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û bi dûr re şertê kontrola edlî jî hatibû rakirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku ji 2 salan heya 6 salan ceza li çawîş bê birîn.    * Girtiyê nexweş Naîl Demîr, nameyek ji malbata xwe re şand û got: "Min nabin revîrê. Ji ber nexweşînên xwe pir zehmetiyê dikişînim."    * Hanim Dînç, dayika girtî Mazlûm Dînç, bal kişand ser bêhiqûqîtiyên li hemberî kurdan û destnîşan kir ku ev bêhiqûqîtî niha li girtîgehan bi binpêkirinên mafan didomin.   * Çalakiyên karkeran ên li dijî bihabûnê pêl bi pêl zêde dibin. Ev yek ji bo derdorên ku mafên wan tên desteserkirin dibe cihê hêviyek mezin.    * Li Mêrsînê welatiyên ji ber bihabûnê û zeman bi gil û gazinc in, destnîşan kirin ku tu carî wekî niha zehmetî nekişandine.    * Cemxaneya Duzgun Baba ya li navçeya Qisle ya Dersimê wekî kargeh hatiye hesibandin û di 3 salan de 60 hezar TL cezayê bacê lê hatiye birîn. Her wiha piştî qeymeqam gilî kiriye, SGK'ê jî bi hinceta "bi qaçaxî karkeran dixebitîne" teblîxat jê re şandiye.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 342'yemîn de berdewam bike.   * Komeleya Şêx Seîd dê bi wesîleya salvegera Îsyana Şêx Seîd li avahiya komeleyê ya li Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê dê Kongreya Asayî ya 4'emîn li Eywana Sporê ya Celal Atîk a li navçeya Konakê li dar bixe. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê û Baroya Wanê hatine destpêkirin dê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir di çarçoveya amadekariyên kongreya partiya xwe de dê li Şîrîn Muzikhola navçeya Seyhana Edeneyê civîna gel li dar bixin. (14.00-18.00)   * Esnafên kuçeya Hunerê ya Amedê dê têkildarî fatûreyên ceyranê ku zêde ji wan re hatine birîn daxuyanî bidin. (15.00)