Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê 2022-02-12 21:09:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Amûdê. Di êrişê de kesek birîndar bû.   Amûra Hewayê ya Çekdar a Bêmirov (SÎHA) a Tirkiyeyê êriş bir ser bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gor nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Hawarê de, SÎHA êriş biriye ser cihekî nêzî ser rêya Dirbêsiyê û di êrişê de kesek birîndar bûye.    SÎHA'yên Tirkiyeyê di 9'ê Sibatê de jî êriş biribûn ser rêya Amûd-Dirbêsiyê û di van êrişan de zarokak jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn.