27 roj in di greva birçîbûnê de ne 2022-02-12 18:48:04   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên di Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de di roja 27'an de ye.    Di 19'ê Kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Emeç jî. Piştî vê 5 girtiyên di heman girtîgehê de di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûnç Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 27'an de ye.   Piştî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler, di 31'ê Çileyê de girtî Şahbettîn Ogut û du girtiyên navên wan nehat hînbûn jî bi hinceta "ji bo jiyana wan tu ewlehî tune ye" daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.   8 girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgun bi dawî bibin.