Li Îzmîrê Nobeda Edaletê hat destpêkirin 2022-02-12 18:31:52 ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ên ku li Îzmîrê Nobeda Edaletê dan destpêkirin, bang kirin: "Em ji bo zarokên xwe bi hev re bitêkoşin."  Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, piştî Amed û Wanê li Îzmîrê jî Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Malbatên ku li ber Baroya Îzmîrê li hev kom bûn, destnîşan kirin ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê nobeda wan bidome.    Hanim Sever, dayika girtiya nexweş Medet Sever ku di Girtîgeha Bandirma ya Balikesîrê de ye, anî ziman ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Sever got: "Zarokên me tên îşkencekirin. Zarokên me poşmanîtiya li wan tê ferzkirin qebûl nakin. Gava em diçin girtîgehê em bi rihetî nikarin hevdîtinê bikin. Girtiyên nexweş li ber mirinê ne. Hevdîtina bi telefonê kirine 10 deqe. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Heya ji destê me bê em ê bitêkoşin."    Medîne Kaymaz, dêya girtî Bayram Kaymaz ê di Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê de jî destnîşan kir ku ji bo zarokên wan bên berdan Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Kaymaz got: "Gelek girtî cezayên wan qediyane lê nayên berdan. Gelek ji wan 30 sal ing irtî ne. Ma wê piştî 30 salan poşman bibin? Dawî li vê zilmê bînin. Em ji bo berdana zarokên xwe û dermankirina wan li vira ne. Heya ji me bê em ê vê nobedê bidomînin."    BANGAWAZÎ   Fatma Surme jî ku du kurên wê girtî ne, anî ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan dest bi nobedê kirine. Surme, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li dayikên girtiyan kir: "Em ji bo zarokên xwe bi hev re bitêkoşin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Gelek girtiyên nexweş ên wekî Aysel Tûglûkê hene û nayên berdan. Bila dayikên girtiyan alîkariya me bikin. Bila raya giştî bêdeng nemîne."