'Bila tecrîd bê rakirin, aştî bê nîqaşkirin' 2022-02-12 17:36:34   RIHA - Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ku têkildarî komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî, got: "Muxatabê meseleya kurdî Birêz Ocalan. Em ê ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan têkoşîna xwe mezintir bikin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, bi boneya salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînek gel li dar xist. Civîn li avahiya HDP'ê ya navçeya Pirsûsê hat lidarxistin. Biraziyê Ocalan Alî Ocalan, Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Metîn Ozbadem, endamên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, nûnerên HDP'a navçeyê û gelek endamên partiyê tevli civînê bûn.    Li hêwana civînê pankarta li ser "Bila tecrîd bê rakirin, derî bên vekirin û aştî bê nîqaşkirin" nivîsandî hat daliqandin. Civînê bi deqeyek rêzêgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Paşê Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan axivî. Çalişkan got: "Em Birêz Ocalan bi rêz û hurmet silav dikin, tecrîdê şermezar dikin."    Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çigdem Karakeçili jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîza aborî kûr bûye û ev girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye. Karakeçîlî anî ziman ku rakirina tecrîdê dê li Rojhilata Navîn bibe cihê çareserkirina krîzan.    Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Metîn Ozbadem jî bilêv kir ku li Îmraliyê prtakîa hiqûqê tune ye û got: "Malbat û parêzer nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Mijara me ya sereke tecrîd e. Divê em di her bernameyên xwe de tecrîdê bikin mijara sereke."   'JIN JI NÛ VE VEJIYAN'   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Sed sal in hebûna kurdan tê înkarkirin. Bi Tevgera Azadiyê re kurd careke din hebûna xwe berbiçav kirin. Ev tişt bi saya Birêz Ocalan çêbû. Navê jinê heye lê tune hatiye hesibandin. Bi felsefeya Birêz Ocalan jin careke din hatin dinê. Tu carî hebûna jin û kurdan nehat qebûlkirin. Bi komployeke navdewletş re Birêz Ocalan dîl girtin. Lê belê carinan li gor hesabên xwe berê xwe didinÎmraliyê. Niha dîsa li ser navê Birêz Ocalan diaxifin. Heke samîmî bin bila deriyê Îmraliyê vekin. Parêzer û malbat bila biçin hevdîtinê."   AZADIYA OCALAN   Surucu got: "Muxatabê meseleya kurdî Birêz Ocalan. Em ê ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan têkoşîna xwe mezintir bikin."    Civîn bi nirxandinan bi dawî bû.