‘Girtiyê nexweş Kuday ku teşhîsa ALS’ê lê hatiye kirin bi tena serê xwe dimîne’ 2022-02-12 17:29:13   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi daxuyaniyekê bang kir ku girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday bê berdan. Hat gotin ku ji bo Kuday teşhîsa ALS’ê hatiye kirin û bi tena serê xwe dimîne.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya hefteya 388’emîn li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê kir. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de endama Lijneya Rêvebir a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen qala rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday kir ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîs a Stenbolê tê girtin.    Çevîrmen di destpêkê de girtiyên bi navên Mehmet Hanefî Bîlgîn û Turgay Denîz ku hefteyên berê jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr xist. Çevîrmen piştre jî bal kişand ser rewşa Kuday û ev agahî dan: “Kuday ev 8 sal in girtî ye û 6 salan li Girtîgeha Tekîrdagê ma. 4 sal berê jî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê dest pê kirin lê nehat dermankirin. Malbata wî ji bo tedawiyê gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê û wezareta edaletê dan. Di encama lêkolînan de teşhîsa fetqa piştê hat kirin û di hezîrana par de emeliyat bû. Lê teşhîs xerab hatiye kirin lewma jî rewşa wî hêj xerabtir bû.”    TEDAWIYEKE TEQEZ NÎNE   Di berdewamê de jî Çevîrmen da zanîn ku lingê rastê yê Kuday felc bûye û wiha pê de çû: “Lê nehat dermankirin. Di lêkolînên 3 meh piştre de teşhîsa ALS’ê hat kirin. Tedaviyeke teqez a vê nexweşiyê nîne. Lê dikare dermanan bi kar bîne da ku nexweşî pêş nekeve û nexweş xwe baştir hîs bike. Di 12’ê çileyê de ji Girtîgeha Tekîrdagê veguhestin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. Li vir bi tena serê xwe dimîne, nikare sexbêra xwe bike û şert û mercên heyî jî nebitenduristin. Malbata wî da zanîn ku rewşa wî hêj xerabtir bûye, nikare xwe li ser pêyan bigire, nikare baş bibîne, felca li rexa wî ya rastî dayî bandorê li rûyê wî dike, rûyê xwe êdî hîs nake û dikeve erdê. Tedawiya vê nexweşiyê nîne û ji bo berdana wî serlêdan hatin kirin. Lê encamek jê derneket. Bi vî halê xwe Kuday nikare di girtîgehê de bimîne. Lewma divê demildest bê berdan.”