Ji bo kongreya HDP’a Îzmîrê bang kirin: Werin em ji faşîzmê re bibin bersiv 2022-02-12 13:58:29   ÎZMÎR - Rêxistina HDP’a Îzmîrê, destnîşan kir ku dê 4’êmîn Kongreya wan a Asayî ji faşîzmê re bibe bersivek û hemû gel vexwendin kongreyê.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji bo 4’emîn Konreya xwe ya Asayî ku dê sibê pêk bîne li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Niha dema HDP’ê ye, bi hêvî û biwêrektiyê em li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin. Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat daliqandin. Hevserokên HDP’a Bajêr, parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mûrat Sarisaç û Abdûllah Koç beşdarî civînê bûn.    Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur a di civînê de axivî, diyar kir ku li dijî êrişên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên ser HDP’ê û mûxalîfan dê eywanê tejî bikin û wiha got: “Di xebatên ku em dimeşînin de dibînin ku êdî ampula AKP’ê teqiyaye. Rêya derketina ji vê tarîtiyê, di têkoşîna mil bi mil de derbas dibe.” Hevserokê HDP’a Îzmîrê Abdûlkadîr Baydûr jî gelê Îzmîrê yên alîgiriya ked û aştiyê dikin vexwendin kongreyê û wiha got: “Li dijî komkujiyan û faşîzmê em bi hev re sekinîn. Em ê sibê jî vê pevretiyê bilind bikin. Em li bende ne ku jin, ciwan, ekolojîst û herkes beşdarî kongreya me bibin.” Katliamlara, faşizme karşı birlikte durduk. Yarın da bu birlikteliği yükselteceğiz. Kadınlar, gençler, ekolojistler herkesi kongreye bekliyoruz” diye belirtti.   KEMALBAY: WÊ HDP BIBE HÊVΠ   Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî bal kişand ku Doza Kobanê ya komployê û ya girtina HDP’ê didomin û wiha got: “Desthilateke ku bi polîtîkayên şer ji bo kedkaran şert û mercên giran afirandin û êrişî kurdan dike heye. Ji ber vê tabloyê wê kongreya Îzmîrê ji bo gelan bibe hêvî. Di serî de hevala me Denîz Poyraz em ji bo şehîdên şoreş û sosyalîzmê li xwe rêxistinkirinê û pêşerojê xwedî derdikevin.”    SARISAÇ: HDP MÎRATEYA SED SALAN A TÊKOŞÎNÊ YE   Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê bi kurdî axivî jî diyar kir ku kongreyên wan ne ji rêzê ne, cihên li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin kirinê ne. Sarisaç, anî ziman ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gel dibin tecrîdê de ne û wiha got: “Li cihekî ku evqas zilm û zor heye faşîzm hêza xwe ji bêrêxistinkirinê digire. HDP ji damezrandinê heta niha li dijî faşîzmê li ser piya ma. HDP ne partiyeke 9 salan e. HDP mîrateya şoreşger û welatparêzan a sed salan e. Ji ber vê xwe bi rêxistin dike. Em hemû gelên xwe vedixwînin kongreya ku sibê pêk were. Ez bawer dikim ku wê kongreya me ya sibê ji faşîzmê re bibe bersiv.”