Girtî Şahîn Adanur li Girtîgeha Anamûrê jiyana xwe ji dest da 2022-02-12 13:49:04 MÊRSÎN - Girtiyê bi navê Şahîn Adanur ku li Girtîgeha Anamûrê dihat ragirtin, ji ber Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê bi navê Şahîn Adanûr ku li Girtîgeha Tîpa T a Anamûrê dihat ragirtin, ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Adanûr ji ber sûcekî edlî ev 13 sal bûn di girtîgehê de bû û 2 meh berê jî bi vîrûsa koronayê ketibû. Bi giranbûna rewşê re Adanûr rakirin Beşa Awarte ya Nexweşxsaneya Bajêr a Mêrsînê û 53 rojan li wir ma.    Di danê sibehê de jî Adanûr li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî kar û barên otopsiyê, dê cenazeyê Adanûr li Goristana Çîftlîkkoy a Mêrsînê bê veşartin.