Jin, projeya jiyanê ya nîvcomayî ya Ocalan temam dikin 2022-02-12 11:33:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, Ocalan ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd wiha digot: “Projeya min a jiyanê nîvcoyî ma.” Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li dijî pergala baviksalar a kapîtalîst, bi pergala xweseriya demokratîk ku li Rojhilata Navîn aj da re ji bo hemû cîhanê bû hêviyeke nû.  Di sedsala 21’emîn de jinên kurd, wek aktoreke girîng a têkoşîna azadî û wekheviyê derketin pêş. Haya gelek kesan bi şerê Rojhilata Navîn re ji vê têkoşînê çêbû lê belê di esasê xwe de ev têkoşîn xwedî rabûrdiyeke dûvdirêje. Bêguman ev têkoşîn, çavkaniya xwe ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd digire ku newekheviya zayenda civakî ya di çarçoveya serdestiya zilam de bi awayekî cuda dinirxîne. Bi pergala xwe ya civakî re ku jinên esas digire re, hişmendiya ku di pêvajoyên şoreşên çînî yan jî civakî de jin wek hêzeke piştgir didît, tune kir.   Ji bo ku jinên kurd xwe nas bikin û dest bi têkoşînê bikin, yek ji kesayetên bandor li jinan kirî jî bêguman Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Ocalan ku bi perspektîf û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bandoreke mezin li têkoşîna jinên kurd kir, di mijara çareserkirina pirsgirêka newekheviya zayendan de jî bi perspektîfeke nû re bîrdoziya rizgariya jinan pêş xist û rê nîşan da. Vê perspektîfê kir ku zîhniyeta serwer a mêr bi kûr û dûr bê lêpirsîn û ji bo guherîn û veguherîna li ser bingeha wekheviyê jî têkoşîn da destpêkirin. Bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk re nîşan da ku dema jin bi rastî û bi hêza xwe dihese, li dijî texrîbatên ku newekheviya zayendî ya civakî bi xwe re anîne, dikare xwe bi tevahî ji pergala mêrserdest qut bike. Vê paradîgmayê, ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên kurd rêyeke nû vekir.    Jinên ku bi nasnameya neteweyî û azadiyê xwe birêxistin kirin, li gel têkoşîna ji bo wekheviyê, her wiha di danasîna nasnameya neteweya kurd de jî roleke mezin lîst. Jinên kurd ku yek ji mezintirîn berxwedana jinan a cîhanê pêş xist, gelo çawa gihişt asteke wiha?    EFSANEYA SEDSALA 19’EMÎN    Bêguman têkoşîna jinên kurd a li dijî pergala mêrê serdest tenê ji 40 salan pêk nayê. Her çend ku di dîrokê de nehatibin vegotin jî, hejmareke zêde ya jinên kurd di demên cuda de mohra xwe li bin gelek serkeftin û lehengiyan dan. Di gelek aliyên jiyanê de serkeftinên mezin bi dest xistin. Dema em tenê li Tirkiyeyê jî dinihêrin, dibînin ku gelek jinên kurd ên di siyasetê de bihêz derdikevin pêşiya ma. Yek ji van jinên ku herî zêde tê naskirin jî Fata Reş e ku di sedsala 19’emîn de derdikeve pêşiya me. Fata Reş ku li Rewanduz a li rêzeçiyayên Torosê dijî, serokeşîra eşîreke ji Mereşê ye. Di şerê Kirimê yê sedsala 19’emîn de tevî 300 sîwariyên xwe, bi tena serê xwe diçe Qesra Osmaniyan a li Stenbolê û hevdîtinan dike. Di hevdîtinan de tîne ziman ku ji bo şerê li dijî rûsan amade ye. Di şerên navbera Osmanî-Rûs’an ên di salên 1853-1856’an de  wek “Mucahîda Kurd” tê naskirin lê belê bi rêveberiya Îttîhat Terakî re êdî wek lehengeka tirk tê pênasekirin. Heta di sala 1956’an de bi navê “Kara Fatma” jiyana wê dibe fîlm. Di vî filmê navbihûrî de Fata Reş wek lehengeka tirk a têkoşîna neteweyî tê danasîn. Lê dema em li rojnameyên wê demê yên Ewropayê jî dinihêrîn, dibînin ku ji bo Fata Reş pênaseyên wek “Prensesa Kurd”, “Fata Reş a Kurdistanî” û “Amazona Kurd” hatine kirin. Di raya giştî ya cîhanê de qala serkeftinên Fata Reş dihat kirin. Fata Reş di dawiya salên 1800'an de jî jiyana xwe ji dest da.    DESTPÊKA SEDSAL 20’EMÎN    Jinên kurd neçar man ku li hêlekê li dijî civaka baviksalar û li hêla din jî li dijî zexta dewletê ya li ser ziman û çîniyê têbikoşin. Yekemîn têkoşîna birêxistinkirî ya jinên kurd, di sala 1919’an de bi damezirandina Cemiyeta Teâlî ya Jinên Kurd, li Stenbolê dest pê kir. Ne tenê ji bo mafên jinan lê cemiyetê di heman demê de ji bo pêşxistina hişmendiya neteweyî jî xebatên xwe meşandin. Cemiyet, di salên dawî yên Osmaniyan de hat damezirandin û xebata xwe ya ewil jî ji bo zarokan kir. Di çarçoveya xebatên xwe de, di 19’ê îlona sala 1919’an de li Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê bi qasî hejmara 6 qawîşan, zarokên kurd bêpere dan sinetkirin. Di Nîzâmnâmeya Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd de armanca damezirandinê wiha tê destnîşankirin: “Armanca me ew e ku jinên kurd bi nêrîneke hemdem xwe pêş ve bibin, di jiyana malbatî ya kurdan de sererastkirinên sazîtî û civakî bên kirin, ji bo kurdên êtîm û jinebiyan ên bi tehcîra Ermenan û koçberiyên din ên bi darê zorê ‘perîşe bûyîn’ kar peyda bikin û li ser navê cemiyetê alîkariya madî bikin da ku ev kes ji vê xizaniyê xelas bibin.”    Di çarçoveya xebatên xwe de jî rojname, kovar, pirtûk û rîsale weşandin, gelek şaxên cemiyetê, pirtûkxane û eywanên nîqaşan li deverên cuda yên Împaratoriya Osmaniyan vekirin, ji bo endamên xwe konferans li dar xistin û ders dan. Xebatên cemiyetê bi qasî 3 mehan berdewam kirin û piştre jî hate girtin. Têkildarî girtina cemiyetê, di sala 1928’an de rojnameya Zarya Vastoka ku bi zimanê rûsî li paytexta Gurcistanê Tîflîsê weşana xwe dikir, gotareke girîng weşand. Gotara behsa xeberê 10 sal piştî girtina cemiyetê hatibû weşandin û di gotarê de wiha tê gotin: “Hemû şaxên cemiyetê, bi sedema hîle û lêpirsînên netewperestên Constantinopolisê hatin girtin.” Lê belê di gotarê de nehatibû destnîşankirin bê ka derheqê kîjan xebatên cemiyetê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an jî cemiyet rastî zextên çawa hatiye.    SALÊN 1960 Û 70’AN   Di salên 1960’an de li welêt, polûleriteya çepgiran her ku diçû zêdetir dibû. Di vê navberê de hewlên ji bo bersivandina pirsên derheqê “pirsgirêka jinê” de jî hêdî hêdî pêş diketin. Jinên kurd, di vê serdema ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hêdî hêdî aj dida de, di 29’ê mijdara sala 1977’an de li Amedê Komeleya Jinên Demokrat ên Şoreşger (DDKAD) ava kirin. Jinên ku bi awayekî çalak xebat dimeşandin, li hêlekî mîtîng li dar xistin, li hêla din jî li malan digeriyan, civîn li dar dixistin û ji bo zimanê dayikê jî xebat dimeşandin. Yekemîn car, rêveberên DDKAD’ê 8’ê Adar pîroz kir û piştî darbeya 12’ê îlona sala 1980’an jî bi hinceta pîrozkirina 8’ê Adarê li Amedê hatin girtin û darizandin.    BANDORA TEVGERA AZADIYÊ   Salên 1980’an, ji bo welêt salên reştarî ne. Di van salan de bi taybet jî li metropolên rojavayê welêt, komên xweser ên jinên kurd hatin avakirin û li dora kovaran rêxistiniyek pêş ket. Di salên 1980’an de jinên kurd, di çarçoveya tevgera kurd û têkoşîna neteweyî de ketin nava liv û tevgerê. Di salên 1990’an de jî êdî ev têkoşîn veguherî têkoşîneke mezin û girseyî. Bi şewitandina gund û koçberkirina gel re, gelek kurd koçberî bajarên rojava yên Tirkiyeyê bûn. Vê yekê jî bandoreke mezin li têkoşîna jinên kurd kir. Tevgera azadiyê ya kurd di van salan de mezintir bû û bi taybet jî destpêkirina pêvajoya “serhildan”an, bandoreke mezin li xwebirêxistinkirina jinên kurd kir. Jin, êdî bi rêxistiniya xwe derdiketin pêş. Li hêlekî bi tevgera azadiyê ya kurd re pêş diket û li hêla din jî bi awayeke xweser xwe birêxistin dikir. Jin ku yek ji mezintirîn hêzên muxalefetê yên kolanan in, di vê serdemê de bi kovarên Komeleya Jinên Welatparêz (YKD), Navenda Çandê ya Jinan a Dîcleyê, Komeleya Neteweya Demokratîk a Jinan (UDKD), Piştevaniya Jinan a Kurd, Mala Çandê ya Jinan a JIYAN’ê, Di Jiyana Azad de Jin, Roza û Jujînê re xwe bi awayekî xweser birêxistin kir.    Tevlibûna jinên ku li pêşiya girtîgehan disekinîn û zarokên xwe di pevçûnan de windakirîn, ji bo tevgera jinên kurd pêvajoyeke nû da destpêkirin. Di mijara guherîn û veguherîna civaka feodal û baviksalar de li gel partiyên siyasî, her wiha rêxistiniyên xweser, têkoşîna dayikan û “şervanên jin” ên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jî bandoreke mezin kir.    JI DOKH’Ê BER BI TJA’YÊ VE   Bi destpêkirina salên 2000’î ve êdî jinên kurd di raya giştî de bêhtir hatin naskirin. Ocalan, di dîroka jinên kurd de bi bi perspektîfên xwe, xwedî cihekî girîng e. Dema ku Ocalan di 15’ê Sibata sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê tê kirin, wiha dibêje: “Projeya min a jiyanê ya nîvco mayî.” Jinên ku ev perspektîfa azadiyê ji xwe re wek rê destnîşan kirîn, bi projeyên xweser ên xweparastinê heta yên çand, huner û aboriyê, di gelek beşên din de bala raya giştî kişandin û ji bo tevgerên jinan jî bûn model. Jinên kurd ku bi mebesta qutbûna ji malbat û pergalê dest bi xwebirêxistiniyeke xweser kirin, her wiha di salên 2000’î de li gel rêxistinên femînîst ên Tirkiyeyê jî peyewendî danîn.   Jinan, xebatên xwe di bin sîwana rêxistiniyê de dimeşandin, di sala 2005’an ve xwe di bin sîwana Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) de birêxistin kir. DOKH’ê li dijî tundiya li ser jinê, li dijî zext, komkujî, tacîz, destdirêjî, fihûş û li dijî gelek pirsgirêkên din têkoşiya û tevî hemû astengî, zext û zehmetiyan jî xebatên xwe berdewam kirin. Di sala 2015’an de jî DOKH’ê xwe di bin sîwana Kongreya Jinên Azad (KJA) de birêxistin kir. Di kongreya 1’ê sibata sala 2015’an de DOKH hat girtin û jinan têkoşîna xwe bi KJA’yê domand. Lê KJA di sala 2016’an de bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de hate girtin û vê carê jî jinan, xwe di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de birêxistin kir.    JI KOTAYÊ BER BI HEVSEROKATIYÊ VE   Rêxistiniya di nava partiyên siyasî de, ji kotayê ber bi hevserokatiyê ve çû. Polîtîkaya jinan a ku di sala 1994’an de bi damezirandina Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) re dest pê kir, bi saya ked û têkoşîna bi salan veguherî rêxistiniyekê. Cara ewil baskê jinan di kongreya HADEP’ê ya di sala 2000’an de wek sazîbûneke xweser hat qebûlkirin. Di kongreyê de bi xala 4’emîn a pêvek re rêgeza “cihêkariya pozîtîf” li rêznameya partiyê hat bicihkirin. Bi vê yekê re, rêxistiniya ku di sala 1997’an de bi komîsyona jinan dest pê kirî, di sala 2000’an de bû baskê jinan û bi sala 2005’an re jî veguherî meclisa jinan. Kotayên ku heta wê demê wek ji sedî 25, 35 û 40 dihatin diyarkirin, di 9’ê mijdara sala 2005’an û şûn de bi avakirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) re bi pergala hevserokatiyê encam bû.    RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ   Nûnertiya di rêveberiyên herêmî de jî, bi hilbijartinên sala 1999’an ve pêl bi pêl pêş ket. Bi saya kota û cihêkariya pozîtîf re, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 1999’an de li 3 şaredariyan jin wek serok hatin hilbijartin, di hilbijartinên sala 2004’an de 4, di sala 2009’an de jî 15 jin hatin hilbijartin. Di vê pêvajoyê de her wiha hejmara endamên meclisa şaredariyê yên jin jî her ku diçû zêdetir bûn. Hilbijartinên sala 2014’an, ji bo nûnertiya jinan bû saleke dîrokî. Cara ewil pargala hevserokatiyê kete meriyetê û ji 102 şaredariyên hatine bidestxistin de li 96’an pergala nûnertiya wekhev ket meriyetê.    Ji vê pêvajoyê û şûnde êdî hevşaredarên jin bêhtir derketin pêş û di hilbijartina 30’ê adara sala 2019’an de 59 hevşaredarên jin hatin hilbijartin. Bi vê tecrûbeyê re jin, di mijara rêveberiyên herêmî de bûn xwedî perspektîfeke xurt.   ŞOREŞA JINAN   Jinên kurd ku niha li her çar aliyên cîhanê di nava avadaniyên cuda yên têkoşîna azadiyê ya jinan de cih digirin, xwedî rolekî girîng in. Bi taybet jî jinên kurd, bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê re rûpeleke nû li dîroka têkoşîna jinê zêde kir. Bi tecrûbeyên xwe yên xurt û têkoşîna xwe ve, di pêvajoya jinûveavakirinê ya Rojhilata Navîn de pêşengtiyê dikin. Jin, bi vê jiyana ku bi fikr û perspektîfên Ocalan teşe girtî û bi rola xwe ya di pergala xweser a demokratîk de, ji bo hemû cîhanê bûn hêvî.