Li Mêrsînê gelek kes hatin binçavkirin 2022-02-12 10:03:03   MÊRSÎN - Polîsan li Mêrsînê bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.    Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê bi îdiaya “amadekariyên çalakiyê dikin” daye destpêkirin de derbarê 52 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. Ji ber vê yekê polîsa di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polîsan deriyên gelek malan şikandin û mal ser û bin kirin û tiştên malê belav kirin. Polîsan di serdegirtinên malan de gelek kes binçavkirin.   Hat hînbûn ku welatiyên polîsan binçavkirine birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.