Xelk bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne! 2022-02-12 09:04:11 STENBOL - Welatî û esnafên li Kadikoyê li hember bihabûnê bertek nîşan dan û anîn ziman ku sedemên bihabûnê polîtîkayên îktidarê yên xelet in û gotin ew bi tirs li benda hatina fatûreyên xwe ne.  Li Tirkiyê ji ber bihabûna ceyran û gaza xwezayî, welatî, karker û karmend nikarin fatûreyên xwe razînin. Ji ber polîtîkayên îktidarê ku di aboriyê de rê li ber krîzan vedike, fatûreyên biha li xelkê tê birîn. Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê bi deh hezaran welatî daketin qadan û fatûreyên ceyranê, gaza xwezayî û bihakirina xwarinê protesto kirin û ev protesto berdewam dikin.    Her wiha lig elek bajarên rojavayê Tirkiyê jî xelkê li dijî bihabûnê nerazîbûn nîşan da û bihabûna ceyran û gaza xwezayî protesto kirin. Yek ji van navnîşanên ku xelk daket qadan jî Stenbol e. Esnaf û welatiyên ku nikarin van fatûreyên zêde li wan hatine birîn, razînin û bi camên kargehan ve daliqandin. Li navçeya Kadikoyê welatî û esnafên ku nikarin fatûreyên xwe razînin, ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî bihabûnê dan.    XELK NE DI XEMA ÎKTIDARÊ DE YE    Yek ji van şêniyên Kadikoyê Faruk Saraç da zanîn ku îktidar bi vê yekê fersendê dide şirketên mezin û gel perîşan bûye. Saraç anî ziman ku ew li malê du kes dijîn û vê mehê ji meha berê fatûreya wî bihatir hatiye û dikin û nakin nikarin heqê fatûreyan bidin. Saraç da zanîn ku ew jî nizanin wê ev rewş çawa bibe û got: “Ez pirs dikim kesên ku bi meaşê asgarî dixebitin wê çawa debara xwe bikin? Hemû sedemên bihabûnê ceyranê ew şîrketên taybet in. Îktidar dîbêje, ‘Bila şirket kar bikin, çi ji welatiyan tê bila were’. Xwedê alîkarê me be.”    ‘EZ BI HALÊ ME DIKENIM’    Welatiyê bi navê Ramazan Ulusoy ji got halê wan yê xerab li berçavan e û kes nikare fatûreyên xwe razîne. Ulusoy da zanîn ku kesên ku bi meaşê herî kêm dixebite bi zehmetî debara xwe dike û got: “Ez li meaşê distînim û li halê xwe dinêrim, kenê min bi me tê. Pêkenok e. Em dixwazin van zemên hatine kirin paş ve werin kişandin.”    DAYIKA WÊ BI TIRS LI BENDA HATINA FATÛREYAN E    Dîcle Serayge jî anî ziman ku gel li hemberî bihabûna bertek nîşan nadin û wek ku tu tişte nebûye dijîn û tenê temaşe dikin ka dê halê wan çawa bibe. Serayge diyar kir ku tiştên ku ew dijîn ne normal in û wiha got: “Her tişt hat bihakirin û çi wateya meaşê herî kêm nema. Hêj fatûreya me nehatiye. Beriya fatûreyên me werin tirsek ketiye dilê dayika min. Ew her roj bi tirsa wê fatûreya me çiqas were dijî. Ez xwendekar im û nikarim debara xwe bikim. Em dixwazin zemên hatine kirin bila werin kêmkirin.”    ‘WELAT DI WARÊ ABORÎ DE TÊK ÇÛYE’    Servet Yulali ku li hember bihabûnan gazinên xwe anî ziman û wiha got: “Her meh fatûreyên ceyranê li gorî mehên berê gihatir tên. Em nikarin ji bin bihayê fatûreyan derkevin. Ez sibê bizewicim ez ê çawa xwe xwedî bikim. Her tişt biha bûye. Vê meha bihûrî me qet gaza xwezayî bikar neaniye 750 lîre fatÂure ji me re hatiye. Welat di warê aboriyê de têk çûye. Ji ber rewşa aborî her kes bi fikar dijî.”    ‘SEDEM TAYBETKIRINA ŞIRKETAN E’     Serap Gûltekîn jî da zanîn ku ew kesên bûne sedêmên bihabûnan heqê xwe li wan helal nake û got: “Fatûreya me 600-700 lîre hatiye. Vê mehê heqê ceyrana me 670 lîre hatiye. Meha beriya wê 140 lîre hatibû. Sedemên vê bihabûnê ew e ku saziyên dewletê xistine destê şirketên taybet.”    ‘EM BI ZORÊ XWE LI SER PIYA DIGIRIN’   Umît Yaşardevelî yê esnafiyê dike jî diyar kir ku di nava 2 mehan de bihayê fatûreyên wî du qat zêde bûne û hemû karmend li ber vê rewşê bi gazin in. Yaşadevelî anî ziman ku ji heqê kirê zêdetir heqê ceyranê tê û wiha got: “Fatûreya min a meha berê 702 lîre hatibû. Vê mehê hezar û 323 lîre hatiye. Heqê fatûreya kargeha min jî hezar û 300 lîre hatiye. Karê me jî nabe. Em esnafên biçûk bi darê zorê li ser piya disekinin. Min hêj heqê fatûreyê nerazandiye. Hefteya pêşiya me wê bên ceyranê bibirin.”    RO BI RO XWEZÎ BI DUH E    Yaşardevelî destnîşan kir ku sedemê van bihabûnan îktidar e û got: “Niha ceyran ji aliyê şirketên taybet ve tê belavkirin. Ew ji dewletê bi erzanî digirin û ew jî biha difiroşin me. Dixwazin qezenc bikin. Tiştekî ku xelk bike tune ye. Kes nikare dengê xwe derxe. Yên ku dengê xwe jî derdixin, serê wan ditewînin. Em zorê xwe rojane xwe xwedî dikin.”    HÊJ NÛ BIHABÛNEK WIHA DIBÎNE    Sellattîn Înce yê teqewît jî destnîşan kir ku li hemberî bihabûnê îsyanê dike û got: “Tiştên ku me bi 3 lîreyan dikirî, niha bûye 6 lîre. Teqewît nikarin xwe xwedî bikin. Kes nikare fatûreyan bide. Kîloyek xiyar bûye 30 lîre. Ez 73 salî me, min di jiyana xwe de bihabûnek wiha nedîtiye. Em nikarin xwe xwedî bikin. Em di serdema herî nexweş de derbas dibin.”