Şandeya HDP'ê serdana nûnertiya Rêvebiriya Xweser kir 2022-02-11 21:43:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya HDP'ê serdana Nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê kir.    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdanên xwe yên li Herêma Kurdistana Federe didomîne. Şandeyê îro serdana gelek deveran kir. Piştî Şengal û Mexmûrê, li Silêmaniyeyê jî serdana Nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.   Şandeya HDP'ê ku parlementer Feleknas Ûca, Mûrat Çepnî, Huda Kaya û Hasan Ozguneş di nav de, ji aliyê endamên nûnertiyê ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de Parlementer Feleknas Ûca axivî û got: "Divê bê lêkolînkirin ku DAIŞ'ê çawa çekên NATO'yê bi dest xistine û ev êriş pêk anîne."