Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da 2022-02-11 19:41:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da. Ateş, di dema Darbeya 12'ê Îlonê de gava diçû cem kurê xwe yê girtî, ji ber ku bi tirkî nizanibû di hevdîtinê de tenê bi hevokek tirkî bang li kurê xwe dikir.    Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da. Di dema Darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'yî de kurê Ateşê hatibû girtin û ji ber ku li girtîgehê kurdî qedexe bû û wê jî bi tirkî nizanibû, di dema hevdîtinê de tenê bi hevokeke tirkî ya jiber kiribû bang li kurê xwe dikir: "Kamber Ateş nasılsın?" (Kamber Ateş tu çawa yî).