Şandeya HDP’ê serdana Mexmûrê kir: Xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye 2022-02-11 14:20:39 MEXMÛR - Şandeya HDP’ê piştî Şengalê serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Şandeyê ragihand ku ew ê rastiya Şengal, Mexmûr û êrişên Tirkiyê ên li ser herêman, bi raya giştî re par ve bikin û xelkê Mexmûrê ne bi tenê ye.  Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî sedana Şengalê, berê xwe da Wargeha Penaberan Mexmûrê. Şande bi pêşwaziyek germ ya xelkê wargehê, kete nava wargehê. Balafirên şer ên Tirkiyê di 1’ê Sibatê de bi dijwarî Wargeha Mexmûrê kiribûn. Şandeya HDP’ê ji bo piştgiriya xelkê wargehê û ji nêz ve dîtina şopên êrişa ser wargehê lêkolîn bike, serdana wargehê kir.   Şandeya HDP’ê li Meclîsa Gel a Wargehê bi kêfxweşiyek mezin hat pêşwazîkirin. Pişt re şande çû cihê ku bombe lê hatibûn barandin û ji nêz ve li cih lêkolînê kir. Piştî wê, şandeyê berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan û li wir bi sedan şêniyên Mexmûrê bi kêfxweşî û kelecanekî mezin pêşwaziya şandeya HDP’ê kir. Li saziya Malbatên Şehîdan parlamenterên HDP’ê ji bo xelkê wargehê axivîn.   ‘EM Ê LI PEY DOZA REWA BIN'    Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û got: “Em tevahî cangoriyên Şengal, Memxûr û azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin. Em wek HDP soz didin ku emê heta dawî li pey doza we bin. Me xwest serdana Şengal û Mexmûr bikin û êrîşa 1’ê Sibatê ji nêz ve bişopînin. Dibe ku em li Bakurê Kurdistanê bin û ji we dûr bin, lê em bi we re dijîn û hun hertim di dilê me de ne. Dewleta Tirk bi van êrîşan carek din dan diyarkirin ku ew ji dûrî exlaq û pîvananin. Lê emê serbikevin, ji ber ku rêya me, rêya heqîqetê ye.”   Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Murad Çepnî jî axivî û got: “Bi navê şandeya HDP’ê, em we ji dil û can hembêz dikin. Li gel we mayîn, hestekî pir cuda û kefxweşiyekî mezine. Berxwedana we hêz dide me. Em jî êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê bi tûndî şermezar dikin. Emê heta dawî têkoşîna li dijî bê mafiyan bikin.”   ‘EM Ê DEREWÊN WAN RAXIN BER ÇAVAN'    Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî axivî û êrişên li ser Mexmûrê şermezar kir û wiha got: “Li ser navê HDP’ê, bi dil û can ez we silav dikim. Wek hevalên me jî dayî diyarkirin, êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê, ne ji êrişên li ser HDP’ê dûre. Heman zihniyet dixwaze me tûne bike. Emê carek din rûpûşa dewleta Tirk bixin xarê. Em ê van derewên li ser Mexmûr û Şengalê di raya giştî de raxin ber çavan.”   ‘DIVÊ HER KES SERÎ RAKE'    Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Ûca jî got: “Armanca me ya serdanê, derxistina derewên dewleta tirk e. Me bi çavê xwe dît û emê di rojên pêş de, ji raya giştî re encama serdanên xwe parve bikin. Divê em tevahî gelên azadîxwaz, ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê kurd dakevin qadan û nerazîbûnan bidin nişandan. Ji bo wê dem dema xwe rêxistinkirinê ye. Em ê bi têkoşîna xwe, serbikevin û bigihijin azadiyê.”   ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'    Herî dawî li ser navê xelk3e Wargeha Mexmûrê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û xêrhatina şandeya HDP’ê kir. Bûdak di axaftinên xwe de da zanîn ku her kesê ku li ser rêya heqîqetê dimeşe ew hevalên wan in û wiha got: “Em gelek kêfxweşbûn ku partiya me, serdana me kiriye û êşa me parvekirine. Ti caran ne destan ne jî rûpel hene ku berxwedan û têkoşîna gelê Mexmûrê binivîse. Em xwedî îrade û têkoşînin. Gelê Mexmûrê îradeyek ji pola heye. Ti caran gelê Mexmûrê, serî li bê mafiyan netewandiye û natewîne. Em hertim li pey doz û armancên xwe dimeşin û emê serbikevin. Dûbare em spasiya şandeya xwe dikin.”