Doza Kobanê: Ji bo ku me gotiye bila kes nemire em hatine girtin 2022-02-11 13:51:43   ENQERE - Endamê RTÛK’ê yê HDP’ê Alî Urkut ê ji Doza Kobanê tê darizandin ji bo wan gotiye bila li ser vê axê xwîn nerije û kes nemire hatine girtin.   Danişîna 9’emîn a Doza Kobanê di roja 8’emîn de îro berdewam dike. Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û rêveberên navenda giştî yên HDP’ê jê tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîna ku 108 siyasetmedar jê tên darizandin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. Rêveber û parlamenterên HDP’ê danişînê dişopînin. Gelek parêzer jî di danişînê de amade ne. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê ne li eywana danişînê amade bûn û girtiyên li girtîgehên din in bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hin siyasetmedaran hêcet nîşan da û beşdarî danişînê nebûn.    JI BO KU GOTINE BILA KES NEMIRE HATINE GIRTIN    Endamê Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ê HDP’ê Alî Urkut di danişînê de axivî û li ser neheqiya ew pê re rûbirû mane sekinî û got girtin û darizandina wan ji hiqûq û qanûnan dûr e. Urkut got ew ji aliyê daraz û dadgehek ku neserbixwe ye ve tên darizandin û tu delîlek şênber ku pê werin darizandin tune ye. Urkut da zanîn ku îfadeyên şahidên nepen jî çawalêhato û sexte ne. Urkut destnîşan kir ku ji bo wan gotiye bila li ser vê axê xwîn nerije û kes nemire hatine girtin û ji ber vê îro jî tên darizandin. Urkut diyar kir ku tu gumana ku ew ê bireve nîne  û salek û nîv e azadiya wî ji destê wî hatiye girtin û ji ber vê yekê ew dixwaze were berdan.    Pişt re parêzer jî axivîn û parastina miwekîlên xwe kirin.    Danişîn bi axaftina parêzeran berdewam dike.