Malbata Şenyaşar: Heq hiqûq edalet 2022-02-11 12:28:09   RIHA - Malbata Şenyaşar, bal kişand ser zexta li ser darazê û wiha got: “Heta niha me daraz û dozger sûcdar kirin. Li pişt dozgeran parlementerekî dest biçek heye.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 340’emîn de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat li pêş Edliyeya Rihayê. Malbatê pankarta ku wêneyên bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin û nivîsa “Bav û kurên xwe li pêş çavên herkesê hatin qetilkirin. Têkildarî bûyerê kesek jî nehatiye girtin. Dayik ji bo kesên neheqî hatin qetilkirin û girtin li benda edaletê ye. Ji bo malbata Şenyaşar ji bo herkesê edalet” ser li bariyerên li pêş edliyeyê ve daliqandin. Malbat ji welatiyên berê wan dikeve edliyeyê re têkildarî têkoşîna xwe ya 4 sal in didomînin de agahiyan dide.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hesabên Serokkomariyê, Dadgeha Destûra Bilind û Dadgeha Bilind etiket kirin û ev peyam parve kir: “Me heta niha daraz û dozger sûcdar kirin. Li pişt dozger parlementerekî dest biçek heye. Dirûşmeya me heq hiqûq edalet e. Kesên li dijî zilmê bêdeng in #EzŞermezarDikim #Emgelin Ya Hûn?”