'Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev' 2022-02-11 09:04:54 ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî ku ji bo Kongreya Asayî ya 4'an a HDP a Îzmîrê bang kirin, gotin: "Em ê li dijî faşîzmê di kongreyê de bên cem hev."  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê dê di 13'ê Sibatê de Kongreya Asayî ya 4'an li dar bixe. Kongre dê bi dirûşmeya "Em bi hêvî û wêrekiyê li dijî faşîzmê xwe birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" bê lidarxistin. Dê kongreya 4'an diyarî Denîz Poyrazê bê kirin ku li avahiya partiyê hatibû qetilkirin. Kongre, dê li Hêwana Sporê ya Celal Atîk a li navçeya Konakê bê li darxistin.    Nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr ji bo kongreyê bang kirin.    Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku dê kongre hem ji bo Îzmîrê, hem jî dê ji bo Tirkiyeyê bibe cihê hêviyê.  Kemalbay got: "HDP, her roj bi êrişan re rû bi rû dimîne. Em jî li dijî van êrişan dibêjin; sirf ji bo çirayên qesrê vêketî bin, çirayên Tirkiyeyê ditefin. Bihabûna ceryanê, bihabûna xurekan diçe hey diçe. Ji bo ser van tiştan bigirin êrişê tînin ser HDP'ê. Lê ev ne xelasî ye. Em dibêjin, êdî dem dema HDP'ê ye."    BANGAWAZÎ   Hevberdevkê Partiya Kesk û Pêşeroja Çepgir ê Îzmîrê Huseyîn Çaglar jî destnîşan kir ku kongre di wextekî ku êrişên li ser ekolojiyê zêde bûne de tê lidarxistin. Çaglar, anî ziman ku lewma ev kongre ji bo têkoşîna di warê ekolojiyê de kongreyeke pir girîng e û got: "Lewma em hemû kesên xwedî li axa xwe, hewaya xwe derdikevin, kesên ji bo ekolojiyê têdikoşin dikin û hemû kesên ehlê azadî, demokrasî û aştiyê vedixwînin kongreyê."    PARTIYA KARKERAN HDP   Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan a Îzmîrê Kerîm Altinmakas jî diyar kir ku karker dibêjin "êdî bes e" û got: "Jixwe HDP partiya karkeran, bindestan e. Lewma HDP çi qas xurt bibe, dê têkoşîna karker û kedkaran jî ew qas xurt bibe."    Altinmakas, li dijî êrişên li ser HDP'ê bang li her kesî kir û got, ew dixwazin pratîka dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" pêk bê.   JI BO DENGÊ GELAN   Hevserokê SYKP ê Îzmîrê Levent Gedîk jî diyar kir ku divê kongre bibe cihê şahiya gelan. Gedîk, bang li her kesî kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li kongreyê bên cem hev du û got: "Em bi govendên xwe, bi coşa xwe, tilîliyên xwe îqtidarê şermezar bikin û ji bo em bibin dengê hemû gelan em li kongreyê bên cem hev du."    Nûnera Partîzanê Zîlan Taşboga jî bang li hemû kedkar û bindestan kir ku li gel HDP'ê tevli têkoşînê bibin.