Şandeya HDP'ê serdana rêxistinên civaka sivîl ên Amedê kir 2022-02-10 20:50:53     AMED – Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Garo Paylan û şandeya pê re li Amedê hevdîtin bi rêxistinên civaka sivîl re kirin.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementerê Amedê Garo Paylan û şandeya pê re, serdanên xwe yên li bajêr didomînin. Şandeyê îro serdana xirbeyê dewaran, Borseya Bazirganiyê ya Amedê, Endezyarên Çandiniyê yên Yenîşehîr û Sûrê û Radyo Amedê kirin.      Paylan û şandeya pê re îro serê sibehê ewilî berê xwe dan xirbeyê pez û li vir guh li pirsgirêk, gilî û daxwazên sewalvanan kirin.    Paşê şande serdana Borseya Bazirganiyê ya Amedê, Endezyarên Çandiniyê yên Yenîşehîr û Sûrê û Radyoya Amedê kir. Di serdanan de guh li pirsgirêk û pêşniyaran hat kirin.    Serdan û hevdîtinên şandeya HDP'ê dê sibê li Platforma Demokrasiyê ya Amedê, Rojnameya Tîgrîsê û Amed TV'yê bidomin.