Daxuyaniya ÎHD'ê ya têkildarî astengkirina çalakiyên dijî bihabûnê 2022-02-10 19:02:56     AMED – ÎHD a Şaxa Amedê têkildarî astengkirina çalakiyên gel ên li dijî bihabûnê daxuyanî da û bang li îqtidarê kir ku dev ji polîtîkayên xwe yên çewisîner berde û guh li gel bike.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, têkildarî astengkirina çalakiyên protestokirinê yên welatî û esnafan ên li dijî fatûreyên ceryanê, li ser malpera xwe bi awayekî nivîskî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê zemên tên kirin bên betalkirin û wiha hat gotin: "Ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatdarê gel êdî nikare debara xwe bike. Zemkirina ceryanê û xurekan gel bêzar kiriye. Ji ber vê gel van zeman û vê bihabûnê protesto dike, lê hêzên dewletê bi darê zorê bi ser gel de diçe û çalakiyên wan ên protestoyê asteng dike."    ÎHD a Şaxa Amedê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt destnîşan kirin: “Berpirsiyariya dewletê ew e ku di warê debarê de aliyê her kesî bike. Lê dewlet berevajî vê tevdigere û bi ser de jî çalakiyên ku li dijî bihabûnê tên lidarxistin jî asteng dike."   Di daxuyaniyê de bang li îqtidarê hat kirin ku dev ji van pêkûtî û polîtîkayên çewisîner berde û guh li daxwazên gel bike.