Miştekiyê Doza Kobanê dest ji gilîkariya xwe berda 2022-02-10 16:03:59   ENQERE - Ji miştekiyên Doza Kobanê Bayram Guven diyar kir ku wî dest ji gilîkariya xwe berdaye û naxwaze mirovên bêsûc bên cezakirin.    Danişîna 9’emîn a Doza Kobanê piştî navbera hatibû dayîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.    Siyasetmedar piştî navberê axaftina xwe dewam kir.    Îfadeyên miştekiyan jî berdewam kir. Erham Donmez ê miştekî ku li Girtîgeha Hatayê girtî ye diyar kir ku wesayîta wî zirar dîtiye û ji ber dewletê xesara wan razandiye dê nebe gilîkar.    KESÎ NAS NAKE   Bayram Guven ê miştekî ku li Girtîgeha Tarsûsê tê ragirtin jî diyar kir ku dikana wî ya li Tarsûsê ji ber bûyeran zerar dîtiye û dema bûyeran ew li derveyî bajêr bûye û ew wan kesên dikana wî şewitandiye nas nake. Li ser pirsa parêzer, miştekî Guven diyar kir ku ew ji hemû HDP’iyan gilîkar e.    JI SÛCÊ CINSÎ HIKUMXWAR E    Parêzer Mahsûnî Karaman ji miştekî Guven pirsa ji kîjan sûcî tê girtin kir. Guven nexwest bersiv bide. Karaman bersiva wî da û got: “Çima tu nabêjî ku ji sûcên cinsî hikumxwarî.”    PIRSA BI KURDÎ HAT REDKIRIN    Pişt re Ayla Akat Ata axivî û bal kişand ser îfadeyên miştekî Bayram Guven ên bi nakokî. Zeynep Olbecî jî xwest bi kurdî pirs ji miştekî Guven bike. Lê şandeya dadgehê bi hêceta wergêr tune ye destûr neda pirsa kurdî.    MIŞTEKÎ NE GILÎKAR IN    Îbrahîm Anmak ê miştekî ku li Girtîgeha Aydinê girtî ye jî got ew ji kesî ne gilîkar e. Ayhan Ozel ê miştekî ku li Girtîgeha Ispartayê girtî ye jî got ew ji siyasetmedarên tên darizandin ne gilîkar e.    Abdullah Ergen ê miştekî ku li Girtîgeha Denîzliyê girtî ye jî da zanîn ku ew ji kesên navên wan di lîsteyê de ye ne gilîkar e.    Herî dawî Azmî Saka ê miştekî ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê girtî ye jî got ji kesî ne gilîkar e.    FIKRA XWE GUHERT    Miştekî Bayram Guven dîsa axivî û diyar kir ku wî piştî axaftina Ayla Akat Ata poşman bûye û dest ji gilîkariya xwe berdide û naxwaze bi îfadeyên daye mirovên bêsûc werin cezakirin.    Danişîn bi îfadeyên miştekiyan berdewam dike.