Gergerlîoglu derheqê Fuat Oktay de serlêdana sûc kir 2022-02-10 15:36:52   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu bi sedema “xelkê ji bo kîn û dijminatiyê sor dike” derheqê Alîkarê Serokomar Fuat Oktay de serlêdana sûc kir.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, bi sedema ku Alîkarê Serokomar Fuat Oktay derheqê kesên bi KHK’an ji kar hatine derxistin de gotinên wek “fetoyî, terorîst” kirine, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê serlêdana sûc kir. Gergerlîoglu di serlêdana xwe de diyar kir ku Oktay bi van gotinên xwe heqaret li kesên bi KHK’an ji kar hatine derxistin kiriye û ev kes hedef nîşan dane.    Gergerlîoglu têkildarî mijarê li Meclisê daxuyaniyek da û bi van gotinan bertek nîşanî Oktay da: “Te, bi van gotinên xwe sûc kiriye, heqaret kiriye û îftîra kiriye. Em ê van gotinan qebûl nekin û serî li rêyên darazê bidin. Tu dê hesabê bidî darazê.”