‘Dema kurd dibin mijar edalet li vî welatî tune ye' 2022-02-10 15:31:40   WAN - Seroka Goç-Derê serdana Nobeda Edaletê ya li Wanê kir û got: “Dema kurd dibin mijar edalet li welat tune ye."    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê qediyeya û berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 62’yemîn de berdewam dike. Malbatên girtiyên nexweş nobedê domandin û rêveber û endamên Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhedê (Goç-Der) serdana nobedê kirin.    'BI SALAN E EV ÎŞKENCE BERDEWAM DIKE’    Seroka Goç-Derê Gulşen Kurt destnîşan kir ku ew xwedî li daxwazên malbatên girtiyan derdikevin û wiha got: “Em her tim li cem dayikan in. Bi salan e gelê kurd bi zilmê û îşkenceyê re rûbirû maye. Ev îşkence bi dawî nabe. Nemaze li girtîgehan berdewam dike. Ji Zindana Amedê dest pê kiriye heta van rojan hatiye. Mafê jiyanê yê herî bi nirx ji destê girtiyan hatiye girtin û bi her cûre îşkenceyê re rûbirû dimînin. Lê girtî serê xwe natewînin. Divê binpêkirinên mafan bi dawî bibin û girtiyên nexweş û siyasî werin berdan. Li Tirkiyê edalet tenê ji bo hin aliyan heye. Dema li mijar dibin kurd li vî welatî edalet jî tune ye û namîne. Yên ku wek serweran nafikirin, edalet bo wan nîne. Malbata Şenyaşar bi berxwedanek mezin li edaletê digere û nebûna edaleta li Tirkiyê jî malbata Şenyaşar e.”