Cenazeyê Dîlen ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin 2022-02-10 15:11:34   ERZÎROM - Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Betûl Dîlen ku di encama êrişa hewayî ya li Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest da bû, li Erziromê ji hêla bi sedan kesan ve hat veşartin.    Gerîlaya HPG’ê Betûl Dîlen (Dîcle) di êrişa hewayî ya 11’ê kanûna 2021’an a li dijî Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Dîlen li Goristana Bêkesan a Artuklu ya Mêrdînê hatibû veşartin. Malbata Dîlen, cenazeyê keça xwe ji goristanê derxist û birin Erziromê.    BI SEDAN KES TEVLI MERASÎMÊ BÛ   Piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Ehmedê Xanî, cenazeyê Dîlen birin goristana Taxa Ûlîcar a Qereyazi ya Erziromê. Bi sedan kes tev li merasîma veşartina cenazeyê bûn. Ketin û derketina goristanê ji hêla leşker û polîsan ve hatibûn girtin û destûr nedan ku merasîm bê kişandin.  Cenaze, piştî wecîbeyên olî hate definkirin.