Kesên bi kujer Altun re li hotêlê mayîn xizmên 3 malbatan derketin 2022-02-10 14:40:08 ENQERE - Parêzerê malbata Dedeogullari di daxwaznameya xwe ya ji bo guherandina şandeya dadgehê de diyar kir ku têtikkêş Mehmet Altun beriya komkujiyê, li hotêleke Konyayê bi Sefer Orhan Yilmaz re ma ye. Parêzer destnîşan kir ku Yilmaz kesekî nêzî malbatên Altun, Guven û Keleş e.     Tetîkkêş Mehmet Altun di 30’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogullari 7 kes qetil kirin. Têkildarî komkujiyê doz hat vekirin û di dozê de ji malbatên tetîkkêş Mehmet Altun, Çalik û Keleş bi giştî 9 kes tên darizandin. 2’yemîn danişîna dozê, di 8’ê sibatê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê malbata Dedeogullari daxwaznameyeke ji 12 rûpelan pêşkeşî dadgehê kir ku tê de daxwaza guherandina dadgêr dihat kirin. Di daxwaznameyê de hûrgiliyên girîng hatibûn destnîşankirin.   Parêzerê malbatê di danişîna ewil de xwestibû ku dosyaya êrişa di 12’ê gulanê de û dosyaya komkujiyê bibin yek dosya lê ev daxwaz hatibû redkirin. Ji bo ku şandeya dadgehê ji vê biryarê vegere, parêzerê malbatê daxwazname da. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku dadgehê sedemên komkujiyê, kesên kujer sor kirîn, yên ew parastîn, yên tevli êrişê bûn û kesên peywir û rayeyên xwe xerab bi kar anîn ji nedîtî ve hatiye. Di daxwaznameyê de hat gotin ku ji ber van sedeman, nepêkane ku şandeya dadgehê bikara awayekî rast û bêalî nêzî dozê bibe.    ‘BIRYARA DOSYAYA KU DAXWAZA WÊ NEHATIYE KIRIN’    Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku wan xwestiye dosyaya êrişê ku li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dihat dîtin û dosyaya komkujiyê ku li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dihat dîtin bibin yek dosya lê dadgehê di biryara xwe ya navberê ya di danişîna berê de, bi hinceta dosyaya li dadgeha zarokan tê dîtin ev daxwaz red kiriye. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku şandeya dadgehê, derheqê dosyayeke ku daxwazeke wan li ser çênebûye de biryar da ye.    Her wiha hat destnîşankirin ku faîlên di 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dihatin darizandin, di heman demê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê de jî tên darizandin.    KESÊ HATIYE BERDAN BI KUJER RE HEVDÎTIN KIRIYE   Di daxwaznameyê de girteka çareseriyê ya HTS’ê ya aydê zavayê faîl Altun ê bi navê Mehmet Guven jî hat bicihkirin. Li gorî qeydên HTS’ê; faîl Mehmet Guven rojek piştî êrişa 12’ê gulanê 9 caran, rojek beriya komkujiya 30’ê tîrmehê anku di 29’ê tîrmehê saet di 12.44’an de jî bi zavayê xwe Mehmet Guven re li ser telefonê axiviye. Hat gotin ku tevî van hevdîtinên telefonê jî, dadgehê derheqê Guven de biryara neşopandinê da ye û di danişîna duyemîn a dozê de Guven xwe ji şahidiyê vekişandiye.    HEVDÎTINÊN BI KESÊN HATINE BERDAN RE   Derket holê ku dayika kujer Altun, Îsmîhan Altun jî gelek caran bi zavayê xwe Guven re li ser telefonê axiviye. Li gorî qeydên HTS’ê; Îsmîhan Altun di 30’ê tîrmehê de 4 caran bi Guven re axivî ye. Îsmîhan Altun, ji 2’yê gulanê heta 30’ê tîrmehê anku di nava 89 rojan de 15 caran bi Guven re axivî ye. Her wiha hevjîna kujer Altun, Zehra Altun ku derheqê wê de jî biryara neşopandinê heye, carekî di 22’yê gulanê saet di 12.41’an de û carekî jî di 30’ê tîrmehê saet di 20.42’yan de bi Guven re axivî ye. Li gel van agahiyan, di daxwaznameyê de her wiha parêzer cih da îfadeya Guven jî.    Di daxwaznameyê de hat gotin ku di navbera malbatên Altun, Keleş û Çalik de xizmanî heye û peywendiyên wan bi hev re hene.    ‘KEYAYÊ GUNDÊ KU KUJER XWE LÊ VEŞARTIBÛ XALÊ WÎ YE’   Di heman demê de di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku hevjîna kujer Altun, Zehra Altun di roja komkujiyê de li ser WhatsApp’ê 51 caran bi hevjînê xwe re hevdîtin kiriye. Her wiha Zehra Altun di roja komkujiyê saet di 16.34’an de li kesê bi navê Fahrî Akpinar ê ji gundê Boyaliyê geriyaye ku ev gund qederê 50 deqeyan ji gundê Hasankoy ê komkujî lê hatiye kirin dûr e. Her wiha derket holê ku kujer Altun 6 rojan xwe li gundê Tepelîceyê veşartî ye û keyayê vî gundî Halîm Şahîn jî xalê kujer Altun e.    QALA HOTÊLÊN LUKS HATE KIRIN   Di daxwaznameyê de hat gotin ku di roja komkujiyê û 4-5 rojên piştre de delîlên heyî hatine tunekirin û ev agahî hatin dayîn: “Hewlekî polîsan a ji bo berhevkirina delîlan nebû. Her wiha kujer xistine “kampa moral û şûştina mejî.” Heqê hotêlên ku kujer lê ma ye jî bi dest hatine dayîn. Yek ji hotêlên ku kujer lê ma yî jî, Hotêla Hîlton a Stenbolê ye. Di navbera 27-31’ê gulanê de li vir ma ye û pereyê wê li ser qerta krediyê hatiye razandin. Kujer Altun, di nava 75 rojan de 40 rojan jê li hotêlên lûks ma ye. Tevî ku rewşa wî ya madî nebaş e jî, ev kes li hotêlên lûks ma ye. Li gorî van daneyan, tenê heqê mayîn û rêwingiyê yê kujer jî, trîlyonek lîre derbas dike.”   DI ROJA KOMKUJIYÊ DE JÎ AXIVÎ   Her wiha di daxwaznameyê de hat gotin ku Altun li Enqereyê her tim bi Îrem Nûr Şengun re di ma û di roja komkujiyê de jî bi wê re axivî ye. Hat destnîşankirin ku diviya bû ev delîl li dosyayê bihatina zêdekirin lê bi zanebûn hatiye paşguhkirin û vê jî rê li ber tunekirina delîlan vekiriye.    KESÊN KU BI KUJER RE LI HOTÊLÊ MA NE   Hat diyarkirin ku kesê bi navê Sefer Orhan Yilmaz ku xizmê Velî Keleş e, nêzî malbatên Altun, Guven û Keleş e û bi malbata Guven re bazirganiyê dike, beriya komkujiyê li hotêlekê Konyayê bi kujer Altun re ma ye. Kujer Altun, li Hotêla Hyatt Regency Stenbol Atakoyê jî bi Dogan Soylemez re li heman odeyê ma ye ku ev kes li Almanyayê ji dayik bûye. Yek ji kesên kujer Altun pê re mayî jî Îsmaîl Ozel (Bozkirli) ye ku ev kes hevalê keyayê gundê Tepelîceyê Helîm Şahîn e. Kesê din ê kujer pê re li hotêlê ma yî jî Ugur Yarci ye. Kujer Altun û Yarci bi hev re heta demekî li Gerînendetiya MNG Kargoyê ya Herêma Konyayê xebitîne.    EWRAQA DOZGER   Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku dozger Mûstafa Alî Ogutçû di dema lêpirsînê de, derheqê Amîrtiya Navenda Polîsan a Lalebahçeyê de, di roja 31’ê gulana 2021’an de ewraqek amade kiriye û di wê ewraqê de baş tê diyarkirin ku vekolan kêm hatiye kirin û delîl hatine tunekirin. Lê tevî vê yekê jî lêpirsîneke baş nehatiye kirin.    ‘HIQÛQA KURDAN’   Herî dawî jî di daxwaznameyê de ev tişt hatine diyarkirin: “Dê dadgeh aşkere bike bê ka ev kes ji ber ‘kurdbûna’ xwe hatine qetilkirin an na. Li gorî îdia û delîlan; ‘sûcekî li dijî mirovahiyê’ hatiye kirin. Lewma divê ev kes li gorî ‘hiqûqa mirovahiyê’ bên darizandin. Divê aliyê vê komkujiyê yê ‘hiqûqa kurdan’ bê vekolandin. Herî dawî jî daxwaza me ew e ku şandeya dadgehê ji biryara xwe ya redkirina daxwaza yekkirina her du dosyayan vegere û teqîbatê berfirehtir bike. Ji ber ku ev daxwaza me hatibû redkirin, em dixwazin ku şandeya dadgehê were guherandin.”    MA / Zemo Aggoz