Xizmên girtiyan: zarokên me bidin 2022-02-10 14:28:42 AMED - Di roja 87'an a nobeta xwe de xizmên girtiyan li ber Edliyeya Amedê hatin gelhev û ev bang kirin: "Zarokên me bidin." Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, di roja 87'an a Nobeta xwe ya Edaletê ku li Baroya Amedê dabûn destpêkirin de li ber Edliyeya Amedê hatin gelhev. Demeke dirêj polisan malbatan dorpêç kir. Piştî hevdîtinên ku Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi polisan re kirin, destûr hat dayîn ku malbat daxuyanî bidin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û Hevserokên HDP'a Amedê Zeyat Ceylan û Gulistan Atasoy, endam û rêveberên Med TUHAD-FED û TÛHAY-DER'ê jî piştgirî dan daxuyaniyê.      Polisan asteng kir ku gelek nûnerên rêxistinên sivil tevlî daxuyaniyê bibin.    KA SOZÊN KU HATIN DAYÎN?   Ji xizmên girtiyan Încî Guler, spasiya kesên ku piştgiriya daxuyaniya kirin kir û destnîşan kir ku li dijî newekheviyê nobet digirin. Guler, xwest ku girtiyên nexweş û girtiyên ku demeke dirêj e girtî ne bên berdan û derbarê hevdîtinên xwe yên ku li Enqerê kirin de jî ev tişt anîn ziman: "Soz dan me ku wê mijarê bibin rojeva meclisê. Lê sozên xwe negirtin. Ka sozên ku dan me. Bi sedan mirovan bi şertê kontrola edlî berdan. Lê ji zarokên me re gotin "na". Em li cem zarokên xwe ne. Em naxwazin rondikan bibarînin. Em ê li hemû partiyan bigerin. Zarokên me bidin me."   'EM NE DARBEST EDALETÊ DIXWAZIN'   Xizma girtiyan Reşahat Ada jî bi lêv kir ku ji bo edaletê li pêşiya edliyeyê ne û bang li Serokkomariyê û Wezareta Edaletê kir ku înfaza zarokên wan neşewitînin. Ada, got ku ew aştiyê dixwazin û wiha got: "Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Em naxwazin cenazeyên xizmên xwe di darbestan de bikişînin."   Xizma girtiyan Nûray Abay jî destnîşan kir ku wekhevî edlaet û aştiyê dixwazin û wiha axivî: "Bila êdî dayik negirîn. Ne bila dayikên gerîlla ne jî dayikên leşkeran negirîn. Em aştiyê dixwazin. Girtiyên nexweş berdin. Bila em cenazeyên wan nebin goristanan."   Daxuyanî bi dûrişmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.