Ferît Şenyaşar: Dibin şirîkê sûc 2022-02-10 13:22:52   RIHA - Ferît Şenyaşar di Nobeda Edaletê de axivî û got: “Serdest hêj tên parastin. Sûc tê kirin, dibin şirîkê sûc. Em edaletê dixwazin.”    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edale pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 339’emîn de li ber edliyê berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber çû serdana lawê xwe Fadil Şenyaşar ê li Xarpêtê girtî ye beşdarî çalakiyê nebû. Ferît Şenyaşar li ber pankartê ku wêneyê bav û birayên wî yên hatin qetilkirin cih digirin çalakiyê berdewam kir.    'EWILÎ LI BER EDLIYEYA RIHAYÊ BINÊRIN’    Ferît Şenyaşar di Nobedê de axivî û destnîşan kir ku li Edliyeya Rihayê zilm berdewam dike û wiha got: “Rayedarê ku li Tirkiyê behsa edaletê bike divê ewilî li ber qesra edliyeyê ya Rihayê binêre. Bila vê zilma bi destê darazê berdewam dike, bibîne. Pişt re bila behsa heq û hiqûqê bike. Sê mirovên me hatine qetilkirin, serdest hêj tên parastin. Sûc tê kirin, dibin şirîkê vî sûcî. Em edaletê dixwazin. Heta edalet bicih were wê nobeda me ya edaletê berdewam bike.”