Doza nivîskar Azad Zal hat taloqkirin 2022-02-10 12:36:11   AMED - Danişîna doza nivîskar û weşanger Azad Zal ê heta 15 salan bi cezayê hepsê tê darizandin, hat taloqkirin.    Nivîskar û weşanger Azad Zal (Mehmet Gungormuş) di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de negirtî tê darizandin. Danişîna doza Zal ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Di danişîna Zal de yê ku heta 15 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin biryar derneket. Zal beşdarî danişînê bû û ji ber parêzerê wî bi Covid-19’ê ketiye nikaribû beşdarî danişînê bibe.    Dozger mutalaya xwe dubare kir û Zal ji ber parêzerê wî neamade ye ji bo parastinê dema zêde xwest.    Dadgehê daxwaza Zal qebûl kir û danişînê taloqî 10’ê adarê kir.