Başaran: Divê em ji bo girtiyên nexweş têkoşîna hevpar nîqaş bikin 2022-02-09 19:36:30   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, destnîşan kir ku li dijî rewşa girtiyên nexweş divê têkoşîna hevpar bê pênîqaşkirin.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş li Otêla Startonê bi parêzeran re hevdîtin kir. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Hevdem (ÇHD), parêzerên Hiqûqa Civakî, parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), parêzerên Komeleya 29'ê Cotmehê û gelek jin tevli hevdîtinê bûnç Li hêwana hevdîtinê pankarta li ser "Em û parêzeran li cem hev in li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan" nivîsandî hat daliqanin.    Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Leman Kîraz, destnîşan kir ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan rû didin û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan tên şewitandin. Kîraz got: "Em meclîsa jinan vê meseleyê tim tînin ziman û em ê tim bînin ziman. Lewma îro em Meclîsa Jinan a HDP'ê li vir ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi hiqûqnasan re rûniştin. Ger em li dijî alozî û tahdeya îqtidarê bi hev re bin û bi hev re dengê xwe bilind bikin em ê karibin vê gerîneke tahdeyê biguherînin."    Paşê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran, bal kişand ser tahdeyên li girtîgehan û got: "Em nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş a di şexê Aysel Tûglûkê de tê kirin dibînin. Her wiha gava girtî jin bin pirsgirêk zêdetir dibin. Lêgerîna tazî li hemû girtiyan tê ferzkirin, lê gava girtî jin be wateyeke din a vê yekê heye. Her lêgerîneke tazî wekî me di rewşa Garîbe Gezerê de jî dît, taciz û tecawizek e."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Başaran, destnîşan kir ku di pêvajoyeke wisa de ne ku têkoşîna jinê tê xespkirin û ew dixwazin nîqaş bikin bê ka wê çawa bi hev re ji ehq vê pêvajoyê derkevin. Başaran, bibîr xist ku li Wanê civînek bi vî rengî li dar xistine û dê li Marmara û Çûkûrovayê jî li dar bixin. Başaran, anî ziman ku haya wan ji têkoşîna hiqûqnasan heye, lê dixwazin bi awayekî hîn berfirehtir bi hev re di nav vê têkoşînê de bin.   Başaran, destnîşan kir ku li dijî rewşa girtiyên nexweş divê têkoşîna hevpar bê pênîqaşkirin.