Rêxistinên elewiyan li dijî fatoreyên ceyranê serî li dadgehê dan 2022-02-09 15:24:24   STENBOL - Li dijî fatoreyên zêde yên ceyranê ku ji Malên Cemê re hatine rêxistinên elewiyan li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin gelhev û serî li dadgehê dan û diyar kirin ku wê fatoreyan ranezînin.   Pêkhateyên Federasyona Komeleya Elewiyan û rêxistinên elewiyan ên serbixwe, li dijî fatoreyên zêde yên ceyranê ku ji saziyên wan re hatine li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin gelhev û daxuyanî dan. Parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglû, Oya Ersoy, hunermend Tolga Sag, pîrên elewiyan û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan rêxistinên elewiyan.    Daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin ji aliyê Hunermend Tolga Sag ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de polîtîkayên cihêkar ên hikûmetê yên li dijî elewiyan hatin rexnekirin û hat destnîşankirin ku wê fatoreyên ceyranê yên saziyên elewiyan neyên razandin.     Piştî daxuyaniyê nûnerên rêxistinên, ji bo ku Malên Cemê weke îbadetxane bên qebûlkirin û fatoreyên hatine ranezînin serî li dadgehê dan.