CHP’ê zemên li ceryanê hatine kirin protesto kir 2022-02-09 15:02:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca protestokirina zemên li ceryanê hatine kirin, CHP’ê li 81 bajaran bi hemwextî çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bang li hikûmetê hat kirin ku zemên li ceryanê kirine paşve kişînin.    Bi armanca protestokirina zemên li ceryanê hatine kirin, Partiya Gel a Komarê (CHP) li pêşiya avahiyên xwe yên 81 bajaran bi hemwextî daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de ji hikûmetê xwestin ku zemên hatine kirin paşve kişînin.   Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku qeyrana aboriyê Tirkiyeyê dişewitîne û di vê şewatê de herî zêde jî xelkê hejar jê bandor dibe. Çalakvanan piştî daxuyaniyan jî fatûreyên zêde hatine şewitandin.