Ji bo tevlibûna doza Mehmet Sîncar bang kirin 2022-02-09 13:41:03   ENQERE - Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Umît Dede derheqê doza parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar de daxuyanî da û diyar kir ku xetereya demboriyê li ser dozê heye. Dede bang li hemû hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan kirin ku sibe beşdarî doza Sîncar a li Amedê bibin.    Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsyarê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Umît Dede û Cîhan Sîncar, têkildarî doza qetilkirina parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar, li Navenda Giştî daxuyanî dan. Dede da zanîn ku Mehmet Sîncar endamê TBMM’ê bû û di sala 1993’yan de li Êlihê hate qetilkirin. Dede bi domdarî anî ziman ku tevî endamtiya Sîncar jî, TBMM’ê ji bo ronîkirina vê cînayetê û plangerên wê neketiye nava tu hewldanan û wiha domand: “Ji bo ronîkirina vê cînayetê, malbata Sîncar û parêzerên wî pir têkoşiyan. Ji bo ronîkirina cînayetên sîstematîk ku di van 28 salan de hatin kirin, gelek geşedanên girîng çêbûn. Tevna Susurlukê derket holê. Di doza Mehmet Sîncar de tenê tetîkkêşek hate girtin. Ji bilî vê, her wiha wek kiryarê 5 cînayetan û du bûyerên birîndarkirinê hat girtin. Lê belê 11 sal piştre bi hinceta biryara DMME’yê hate berdan.”        BANG LI MECLISÊ KIR    Dede diyar kir ku Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan her çiqas Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nas nake jî, heta niha gelek Hîzbûllahî bi hinceta biryarên DMME’yê hatine berdan û wiha pê de çû: “Bêguman tekane bersûc ew kujer nîne. Ji emniyetê heta Waliyê Herêmê yê OHAL’ê û Wezareta Edaletê, gelek berpirsyarên din jî hene. Berdana tekane bersûcî û tevî hemû daxwazan jî negirtina wî, baş radixe ber çavan bê ka di mijara cînayetên li dijî kurdan de dewlet helwestekî çawa nîşan dide. Xetereya demboriyê li ser dozê heye. Heke 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran derheqê dozê de lêpirsîneke baş kiribe, hem kujer û hem jî plangerên wê dê di 14’ê sibatê de aşkere bibe. Doz hêj berdewam e û derfet hene. Banga me ji hemû kesên mafên mirovan diparêzin û ji hiqûqnasan ew e ku di 14’ê sibatê de beşdarî doza li Amedê bibin. Bi taybet jî banga me ji TBMM’ê ew e ku xwedî li vê dozê derkeve.”   ‘SÎNCAR KURDEKÎ BIRÛMET BÛ’   Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar jî di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Ev 29 sal in em têdikoşin. Me xwest bi Wezareta Edaletê re rûnin lê qebûl nekirin. Rûyê wan nagire bi me re rûnin. Mehmet Sîncar kurdekî birûmet bû ku endamê TBMM’ê bû. Li vî welatî cihê kurdekî birûmet an girtîgeh an jî gor e. Em ne di wê baweriyê de ne ku Mehmet Sîncar ji hêla tenê kesekî ve hatibe kuştin. Ji ber ku bi du çekan hatiye kuştin. Li kolanên Kurdistanê xwîna bi hezaran kesên birûmet rijiyaye. Ji ber ku birûmet dijiyan lewma hatin kuştin. Em ê heta dawiyê xwedî li mafên wan bigerin.”