Êrişa li dijî endamên meclisê şaredariyê hat şermezarkirin 2022-02-09 13:17:35   MÊRDÎN - Êrişa ku li Meclisa Şaredariya Artûklûyê li dijî endamên meclisê yên HDP'î hatibû kirin hat şermezarkirin.    Beriya hefteyekê ji ber biryareke ku hatibû dayîn endamên Meclisa Şaredariya Artûklûyê yên AKP'î ku piştgiriya Şaredarê AKP'î Abdûlkadîr Tûtaşi dikirin êrişên endamên meclisê yên HDP'i kiribûn. Ev êrişa li dijî endamên meclisê yên HDP'î li ber avahiya HDP'ê ya Bajar a Mêrdînê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Gelek HDP'î tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku hatibû amadekirinji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Merdînê Salîh Kûday ve hat xwendin.    Kûday, di destpêka daxuyaniyê de nelirêtiyên ku li şaredariyên AKP'ê û şaredariyên wan ên ku ji aliyê qeyûman hatine dagirkirin tên kirin bi bîr xist û diyar kir ku êrişa ku pêk hatiye êrişeke faşîst e û êrişê qebûl nakin. Kûday, êrişê şermezar kir û got ku hem di hêla hiqûqî de hem jî di hêla îdarî de lêpirsînên xwe bidomînin.    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.