Surucu cezaya ku li Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê 2022-02-09 12:54:52   ENQERE - HDP'ê cezayê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku gardiyanan êrişê wî kiribû hatibû birîn bir rojeva meclisê û ji Wezareta Edaletê pirsî.    Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, 11 roj cezayê hucreyê ku bi angaşta "heqareta li peywirdarê cemaweriyê û gefxwarinê" li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû birîn bir rojeva meclisê. Surucu, bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bibersivîne derbarê mijarê de pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê. Surucu, di pêşnûmepirsa xwe de gefa ku gardiyanên zilam li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê li Guven xwaribûn bi bîr xist û destnîşan kir ku cezayê li Guven hatiye birîn nehiqûqî ye û daxwaza betalkirinê kir.    Surucu, bi daxwaza bersivandinê ev pirs li Bekîr Bozdag kir:    “* Derbarê gardiyanê ku bi gotinan êriş kiriye û gef xwariye de lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Rexmî ku ji aliyê gardiyanê zilam ve êriş li Leyla Guven hatiye kirin û gef lê hatiye xwarin li gorî kîjan şert û rêziknameyê 11 roj cezayê hucreyê li Guven hatiye birîn?   * Ji bo parastina Leyla Guven a ji gardiyanan cezayê hucreyê hatiye birîn?   * Derbarê mijarê de hûn daxuyanî bidin raya giştî?”