Derbarê Gergerlîoglû de biryara neşopandinê hat dayîn 2022-02-09 12:03:12   ENQERE - Di lêpirsîna ku ji ber daxuyaniya ji bo Aysel Tûglûk dabû derbarê Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû vekirin de biryara neşopandinê hat dayîn.    Ji ber daxuyaniya ku derbarê Aysel Tûglûk de dabû li ser gilîkirina welatiyê bi navê R.I. ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê, di lêpirsînê de biryara neşopandinê da.    Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku vekirina lêpirsinê ya ji ber daxuyaniya ji bo rewşa girtiyên nexweş nîşan dide ku Tirkiye hatiye çi astê û wiha got: "Divê li girtiyên nexweş xwedî bê derketin. Bêyî ku cihêkarî bê kirin divê înfaza girtiyên nexweş bê taloqkirin. Di vê mijarê de ez cihêkariyê nakim. Divê kes jî neke. Mirovên ku nikarin li girtîgehê bimînin divê bên berdan. Me heta niha got em ê ji niha şûn ve jî bibêjin. Bila Aysel Tûglûk jî mîna Garîbe Gezer bi darbestê neyê berdan. Hêvî dikim Aysel Tûglûk bê berdan. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."   MA / Berîvan Altan