Karkerên depoyê yên Mîgrosê banga boykotê kirin 2022-02-09 10:47:10   STENBOL - Çalakiya karkerên depoyê yên Mîgrosê berdewam e. Duh 150 karker hatibûn binçavkirin û karkeran banga boykotê li karkerên Mîgrosê kir.    Karkerên Mîgrosê ku endamên Sendîkaya Karkerên Depo, Bendergeh, Bareng û Behrê (DGD-Sen) li hemberî zema ji sedî 8’ê, li navçeya Esenyurt a Stenbolê çalakî li dar xist û ji depoyê derneketin. Çalakiya karkeran berdewam e. Duh, polîsan êrişî karkeran kir û 2 jê nûnerên sendîqayê bi giştî 150 karker binçav kirin. Karker û nûnerên sendîqayê di saetên êvarê de hatin berdan.    Karkeran çalakiya xwe ya li depoyê berdewam kir û têkildarî mijarê DGD-Sen’ê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Banga me ji karkerên Mîgrosê ew e ku dest bi boykotê bikin. Em, banga xwe ya ji bo raya giştî dîsa dubare dikin. Dengê me belav bikin. Me heqê nanekî xwest û daxwaza me ew bû ku serê saetekî 4 lîre zem bê kirin. Ji ber vê daxwaza me jî Mîgros hewl dide me ji kar derxîne. Ji Mîgrosê hesab bipirsin!”